• Komîna Film a Rojava li Kobanê, merasîmeke cihê ya Halloweenê li dar xist. Di merasîmê de performanseke şanoyî dîmena zilm, qetilkirin û azarên gelê Kurd nîşan dan.

Komîna Film a Rojava li Kobanê, merasîmeke cihê ya Halloweenê li dar xist. Di merasîmê de performanseke şanoyî dîmena zilm, qetilkirin û azarên gelê Kurd nîşan dan.
Komîna Film a Rojava, bi dirûşma "Halloween bi Kurdî cuda ye" merasîma Halloweenê (Cejna miriyan, yan jî cenjan cadûyan) li Kobanê li dar xist.
Di merasîmê de Komîna Film a Rojava 9 dîmenên azarên gelê Kurd, ji Efrîn, Kobanê, Amed, Qamişlo, Şengal û Helebce bi rêbazeke taybet pêşkêş kirin. Merasim li Qada Jina Azad a Kobanê bi êr ve çû.
Di dîmenekê de, du jin kelepçekirî li rex hev rûniştine û cilên folklorî yên taybet bi Amedê yên Bakurê Kurdistanê li xwe kirine. Ew jî îşaret bi qirkirina siyasî ya dewleta Tirk li dijî Kurdan dike.

Mihemed ê fosforê ew şewitandî

Di dîmeneke din de jî Mihemed ê zarok rûniştiye, li ser laşê wî şopa şewitîna ji ber bombeyên fosforê heye, ew bombeyên dewleta Tirk a dagirker li dijî Serêkaniyê bi kar anîn.
Li koşeyeke din, jinek tevî zarokan rûniştiye û rûyê wan bi xwîn e, li rex wan jî navê Kobanê hatiye nivîsandin. Ew jî îşaret bi sûcên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî xelkê Kobanê dike.
Li aliyekî din jî jineke Efrînî li erdê ye, li rex wê jî çiqilên zeytûnê yên şikestî hene. Ew tevde, behsa dagirkeriya dewleta Tirk û zilma wê dikin.

Ji Şengalê heta bi Helebce

Her wiha jineke Şengalî rûniştiye, bi wê re jî azarên jinên Êzidî yên bi destê çeteyên DAIŞ’ê 2014’an hatine revandin, tê nîşandan.
Li aliyekî din jî jineke ciwan li dora wê gel heye, di dest de tivinga kalaşnîkof û li pêş wê jî zavayê wê yê leşker ê şehîd heye.
Di dîmeneke din de jî mêrek li erdê heye, ew jî îşaret dike bi qurbaniyên komkujiya kîmyewî ya bi destê rejîma Baesê ya Iraqê li dijî şêniyên Helebce.
Ciwanek rûniştî di dest de wêneyê jina ciwan bi navê Zozan Şêxo ya ji Qamişlo heye. Zozan Şêxo di teqîna li Qamişlo ya beriya salekê de şehîd bûbû.
Ciwanekî din jî gîtar di dest de, kurtikek bi xwîn lê ye. Ew jî serhatiya Kurdên tenê bi zimanê xwe strane û li tembûrê dane, îfade dike.

Da ku dinya bibîne

Komîna Film a Rojava bi vê rêbazê dixwaze cîhan azarên gelê Kurd bibîne.
Pêşandanê qederê saetekê dewam kir. Kesên di performansê de cihê xwe girtî, saetekê xwe ji cihê xwe tevnedan.

ANHA/KOBANÊ