Malpera Lêkolîn.org têkildarî xebatên Komeleya Karsaz û Pîşesazî ya HAK (HAKSİAD) ya li Başûrê Kurdistanê, agahiyên balkêş weşand. HAKSİAD ku weke Hizbûllah tê zanîn û nêzî HUDA-PAR’ê ye, ji Nîsana 2019’an ve li bajarên Hewlêr, Silêmanî, Helebce, Dihok û Kerkûkê yên Başûrê Kurdistanê ofîsên xwe vekiriye. Hem HAKSİAD’ê û hem jî HUDA-PARʼê jî di sala 2019’an de li ser erêkirina Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî, ofîsa xwe li taxa Şoreş a Hewlêrê vekiribû.

Li gorî agahiyên vê malperê, HAKSİAD di bin garantoriya MÎT’ê û Parastinê ya PDK’ê de xebatên xwe li bajarên Başûrê Kurdistanê dimeşîne. Di dewama lêkolînê de têgotin, MÎTʼê erka rêxistinkirina tevna sîxûriyê daye HAKSİAD’ê.

Di heman lêkolînê de têgotin, gelek kesên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê tevlî karên qirêj û karên tarî bûne û doz li wana hatine vekirin, xwe spartine Başûr û di nava HAKSİAD’ê de ji bo MİT’ê dixebitin.

Tê gotin, MÎT weke berpirsê HAKSİAD’ê yê Başûr Ramazan Azboy diyar kiriye û ev kes yekser ji aliyê MÎT’ê ve hatiye wezîfedarkirin.
Di dewama vê nûçeyê de têgotin, HAKSİAD, li herêma Dihok, Hewlêr û Zaxo’yê karsaz, siyasetmedar, rojanmevan, çalakvan û rewşenbîrên Kurd yên piştgiriyê didin PKK’ê tehdît dikin.

HAKSİAD ku bi zêdetir bi bazirganî, karsazî û pîşesaziyê re eleqedere, tevna sîxûriyê jî herî zêde bi rêya qadên bazirganiyê û şîrketan rêxistin dike.

Hizbûllah di salên 1990’î de li Bakurê Kurdistanê tevlî qetilkiririna gelek welatparêzên Kurd bûye û bi navê dewletê li Kurdistanê kiryarên kontra pêkaniye. HAKSİAD jî weke Hizbûllah tê zanîn û nêzî HUDA-PAR’ê ye.

ROJNEWS/SILÊMANÎ