• 26´ê Çile Dadgeha Îdarî ya Federal a Elmanyayê li bajarê Leipzigê qedexekirina bi biryara wezareta karê hundir a federal a Mîr Muzîk û Weşanxaneya Mezopotamyayê, erê kiribû.

26´ê Çile Dadgeha Îdarî ya Federal a Elmanyayê li bajarê Leipzigê qedexekirina bi biryara wezareta karê hundir a federal a Mîr Muzîk û Weşanxaneya Mezopotamyayê, erê kiribû. Sazî bi 1´ê Sibata 2019´an bi biryara wezîrê hingê Hort Seehofer bi hinceta alîkariyê didin Tevgera Azadiya Kurd, hatibûn qedexekirin. Polêsê Elman beriya hingê qeydiyên dengan, arşîva muzîka Kurdî û bi hezaran kitêb û temamê amûrên hilberînê yên herdu saziyan jî desteser kiribûn. Herdu sazî li berbiryarê radibin û biryarê dibin dadgeha bilintir ji ji bo temyîzê. Nerazîbûna hunermendên Kurd ji biryarê û zexta dewleta Elman a li dijî Kurdan dewam dike. Ji rojavayê Kurdistanê hunermend Ferhad Merdê û Baran Gulbahar nerazîbûna xwe ji ajansa Nûçeya a Hawarê re, ji Heval Taylan re gotine.  

Hunermend Ferhad Merdê û Baran Gulbahar nerazîbûn nîşanî helwêsta Elmanyayê dane û gotine, biryara li dijî saziyên çand û hunerê yên Kurdan nîşan dide ku dewleta Tirk û Elmanya xwedî zêhniyeteke hevpar in.

Hunermend Ferhad Merdê gotiye, “Helwêsta dewleta Elman a li hemberî gelê Kurd bi dewleta Tirk re yek e. Mafê herî xwezayî yê mirovan e ku xwe bi ziman û çanda xwe îfade bikin. Mixabin dewleta Elman bi girtina Mîr Muzîk û Weşanxaneya Mezopotamyayê helwêsta xwe nîşan da.

Çawa ku dewleta Tirk a bi serkêşiya Erdogan êrişî gelê Kurd dike, dewleta Elman jî polîtîkayeke bi heman rengî dimeşîne. Wek kedkarên çand û hunerê em vê rewşê şermezar dikin. Helwêsta Elmanyayê ya li dijî Kurdan timî neerênî bû. Di meşên li Elmanyayê de jî wê ev helwêst nîşan da.

Wek hunermendên Rojava, ji bo ku em bikarin helwêsta faşîzan a Elmanyayê ya li hemberî Kurdan û gelên bindest şermezar bikin, divê em deng bidin dengê hevalên xwe yên hunermend ên li Ewrûpayê. Ha we sazî girtin, ha we êrişî bajarekî kir, heman tişt e.”

Hikûmeta nû divê helwêsta xwe biguhere

Hunermend Baran Gulbahar jî gotiye, “Yekîtiya Ewrûpayê li ser prensîpên demokrasiyê hatiye avakirin. Lê belê pratîka dewleta Elman ne demokratîk e. Li hemberî vê yekê xwedî helwêsteke neteweperest, dîktatorî û faşîzan e. Ev helwêst, dema Hîtler tîne bîra me. Li Elmanyayê hikûmeteke nû ya koalîsyonê ava bû. Ev koalîsyona ku li ser bingehê 'sosyal demokrasiyê' ava bûye, divê li gorî pîvanên damezirîner û normên YE´yê tev bigere. Heke vê yekê neke, Elmanya dîsa wê wek 'faşîst' bê pênasekirin.

Gelê Kurd li dijî hewldanên tinekirinê bi dengbêjan dîroka xwe nivîsand û çanda xwe bi saziyên çand û huner ên wekî Mîr Muzîk û Weşanxaneya Mezopotamyayê parast”

QAMIŞLO