• QSD: 121 şervan, karmed û welatî şehîd bûn. 374 endamên çeteya DAIŞ´ê hatin kuştin. Pîlana berfereh a DAIŞ´ê û dewleta Tirk hat pûçkirin.

QSD bi daxuyaniyekê eşkere kir ku êrişa li hember zindana Sinaa a li taxa Xiwêran a Hesekê ji aliyê çeteyên ji Serêkaniyê ya di bin dagirkeriya dewleta Tirk de û hin çeteyên ji Iraqê pêk hatiye. QSD’ê di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku DAIŞ piştgiriyê ji dewleta Tirk û ji hin hêzên din ên herême digire. Di êrişê de 121 şervan, karmend şehîd bûn û 374 endamên çeteya DAIŞ´ê hatin kuştin. 

QSD’ê di daxuyaniya xwe de bal bire ser armanca êrişê û got, “Li gorî belgeyan û li mikurhatinên berpirsiyarên çeteyên êrişkar, derkete holê ku heger pîlana wan a li girtîgeha Sinaa a Hesekê bi ser biketana, wan ê hem êrişî taxên dîtir yên Hesekê bikirana û him jî wê li cihên wekî Hol, Şeddadê û Dêrezorê êrişên hemwext û hewildanên pîlanên berfireh bixistana dewrê û bi vî awayî, DAIŞ´ê wê xîlafeta xwe ya qaşocara diduyan îlan bikirana.”

Endama fermandariya giştî ya QSD, Newroz Ehmed doh li hesekê daxuyanî da tevî hazirbûna endamê fermandariya giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundir Siyamend Welat û endamê fermandariya giştî ya QSD´ê Mehmûd Berxwedan.

Li gorî daxuyaniyê, 20´ê Çileyê 2022´yan, saet 7´ê êvarê çeteyên DAIŞ´ê êrişeke berfireh birin ser girtîgeha Sinaa a li Hesekê. Gelek komên çete yên xwekûj ji derve tevlî êrişê bûn. Di dema êrişê de, destpêkê wesayîtekî teqemeniyê li ber deriyê girtîgehê hat teqandin û ji 3 milan ve jî êrişî girtîgehê hat kirin. Di heman demê de jî bi hezaran girtiyên di hepsê de xwestin kontrola girtîgehê bi dest bixin da ku derbê li hêzên QSD´ê bixin. Bi hezaran çeteyên girtî jî êrişî karmendên girtîgehê û ewlekariya hûndirîn yên li girtîgehê kirin. Çeteyan kamyonek tije çek û cebilxane jî nêzî deriyê girtîgehê kir da ku DAIŞ´iyên birevin xwe çekdar bikin. Newroz Ehmed got, heger pîlana DAIŞ´ê bi serketa wan ê êrişên xwe bibirana ser deverên meyî yên Hesekê û saziyên Rêveberiya Xweser bi armanca jinûve ragihandina xîlafeta qaşo ya DAIŞ´ê. 

Qehremaniya şervanan pîlan pûç kir

Newroz Ehmed di dewamê de got, “Lê belê şervanên parastina girtîgehê û hêzên me berxwedaneke bi qehremanî nîşan da û di serî de jî hevalê Cemal Kobanê û hevalê Akîf yên ku di rêveberiya ewlekariya girtîgehê bûn, bi qehremanî şer kirin û şehîd bûn. Van hevalên me hişt ku pîlana DAIŞê bi leza plankirî nemeşe. Dûv re jî hêzên me yên QSD´ê û Asayîşê yên li herêmê bi lezgînî dest werdan û bi lez dor li girtîgehê girtin. Dor li avahiyên zanîngehê yên ku bi dîwarê girtîgehê ve jî hat girtin. Ji ber ku hinek DAIŞiyan xwe gihandibû van avahiyan.”

Gurzê Gelan kontrol ava kir

Endama fermandariya giştî ya QSD, Newroz Ehmed da zanîn ku wan piştre êrişa dijber daye destpêkirin bi armanca paqijkirina girtîgehê û taxên Xiwêran û Zixûrê, û heta Dêra Zor û Reqayê ji çeteyên DAIŞ´ê. Newroz Ehmed wiha dewam kir: “Hêzên QSD´ê û Asayîşê bi wêrekiyeke mezin û bi pisporî çûne ser grubên çete yên êrişkar û pirraniya wan tine kirin û hin çeteyên ku ji girtîgehê çek bi dest xistibûn jî hatin bê bandorkirin.Di encamê de cardin ev girtî hemû ketin bin kontrolê û ew li girtîgeheke din hatin bicihkirin.”

Armanc dewleta DAIŞ´ê ya duyem bû

Newroz Ehmed got, pîlan berfireh bû û encama amadekariyên berfireh û demdirêj bûye û wiha peyivî: “Li gorî belgeyan û mikurhatinên berpirsiyarên çeteyên êrişkar, derkete holê ku heger pîlana wan ya li ser girtîgeha Sinaa a Hesekê bi ser biketana, wan ê hem êrişî taxên dîtir yên Hesekê bikirana û hem jî wê li cihên wekî Hol, Şeddadê û Dêra Zorê êrişên hemwext bixistana meriyetê û bi vî awayî DAÎŞ´ê wê xîlafeta xwe ya qaşo ya duyemîn îlan bikirana. Lê belê ev pîlana DAIŞ´ê bi fîyaskoyeke mezin bi dawî bû û careke din dîmenên wekî Baxozê ku bi girseyî neçar mabûn teslîmî hêzên me bibin, derketin holê û rewş bi temamî kete bin kontrolê.” 

Serekeçete dewleta Tirk e

Newroz Ehmed îşaret bi wê yekê kir ku gelek çete ji Serêkaniyê ya ku delweta Tirk dagirkiriye hatine û wiha dewam kir: “Bê guman ev êrişa DAIŞê ji nişkê ve çênebû. Heger DAIŞ´ê karîbû heta niha xwe li ser lingan bigire û hîna dikare hêza xwe ya çalakiyan û êrişê ava bike, ev yek ji ber ku ew xwe disipêre mercên siyasî û yekser yan jî neyekser alîkariya hin hêzên herêmî û hin dewletan. Di vî alî de rola dewleta Tirk a herî zêde ye. Ango berpirsiyartiya dewleta Tirk a ji ber êrişa DAIŞê a li ser girtîgeha Sinaa û ya ji ber dewamkirina DAIŞê, berpirsiyartiya herî zêde ye. Her weha herêmên dagirkirî yên wekî Serêkaniyê û Til Ebyedê jî zîvirîne herêmên herî bi ewle û herî parastî ji bo DAIŞ´ê da ku xwe birêxistin bike û xwe perwerde bike. Jixwe, hinek êrişkarên ku di êrişê de cih girtine, ji van herêman hatibûn.”

Bar di stûyê QSD´ê de nehêlin

Newroz Ehmed weke encama ji êrişê ew gihiştinê jî got, “Vê êrişê careke din derxiste holê ku pêwist e alîkarî û desteka cîhanî, bi taybetî ya koalîsyona navdewletî ya ji bo QSD´ê û Rêveberiya Xweser, hem leşkerî, hem teknîkî û hem jî siyasî, xûrttir bibe. Ev berpirsiyarî, di têkoşîn û şerê li dijî DAIŞ´ê de û her wiha di çareserkirina pirsgirêkên malbatên wan de, di navbera QSDê, Rêveberiya Xweser û koalîsyona navdewletî de berpirsiyartiyekî mişterek e.

Êrişê nîşan da ku pêwîst e ji bo Kampa Holê çareseriyên bingehîn bêne peydakirin, lewma ev kamp wekî bombeyeke li ber teqînê ye. Her weha pêwîstî heye ku ji bo darizandina bi hezaran terorîstên DAIŞ´ê zemînekî dadgehkirineke navdewletî bê avakirin.”

Mala xelkê Hesekê ava kir

Endama fermandariya giştî ya QSD, Newroz Ehmed malavahiya xelkê Hesekê, Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ´ê kir û şervanên di operasyonê de cih girtî jî pîroz kir. Newroz Ehmed bang li raya giştî û hêzên eleqedar kir da ku alîkariyeke xurttir bidin Rêveberiya Xweser.

Endama fermandariya giştî ya QSD, Newroz Ehmed di dawiyê de wiha bîlançoya êrişê û operasyona Gurzê Gelan eşkere kir: “Careke din bi ruhê salvegera serketina Kobanê, bi ruhê berxwedana Kobanê serketineke din çêkirin. Em vê serketinê diyarî gelên xwe û şehîdên xwe dikin. 

Çeteyên DAIŞê di hûndirê girtîgehê de 77 hevalên me yên karmend û parezvanên zindanê bi awayekî hovane şehîd kirin. Di şerê derve yê 7 rojan de jî 40  şervan û 4 hemwelatiyên me şehîd bûn. Di çarçova Pêngava Gurzê Gelan de bi giştî 121 karmend û şervanên me bi qehremaniyekî mezin şehîd bûn. Em şehîdên xwe careke din bi bîr tînin. Hêjmarê kûştiyên DAIŞ´ê 374 e. 

ANHA/HESEKÊ