Gundê wan dagir kirine

Duşem 24 Tîrmeh 2023 - 14:29

Ji ber şert û mercên siyasî û zextan bi deh hezaran Kurdên Êzidî neçar man ku koçberî dervayî welat ango Ewrûpayê bibin. Êzidiyên li gundê Zevra yê bi ser navçeya Wêranşara Rihayê ve jî di salên 1980'an de neçar mane ku koçber bibin. Êzidiyên gundê Zevrayê di van salên dawî de dixwazin vegerin gundên xwe û ji xwe re li ser êrdên xwe xaniyan çêkin û li vir bijîn. Cerdevanan ku dest daniye ser bax, bostan, xanî û erdên wan nahêlin ku vegerin gundê xwe. Êzidiyên ji bo bikaribin vegerin gundê xwe ev yek bi rûsipiyên Wêranşarê ragihandin. Lê tevî vê yekê jî tu encam bi dest nexistin û serî li dadgehê dan. 

Tabûtên cenazeyan vedikin

Îzzeddin Denîz (61) ê li gundê Zevra ji dayik bûye û di sala 1985'an de koçî Almanyayê bûye anî ziman ku piştî sala 1993'yan hemû Êzidiyan li gund koç kirine û gundê wan hatiye valakirin. Denîz diyar kir ku piştî wan ji gund koç kiriye gundê wan ji aliyê cerdevanên eşîra Şêxan ve hatiye dagirkirin û got; "Xizmekî me 50 donum erdê xwe firot malbateke Karacadag ku endamê eşîra Şexan in. Ji ber ku xaniyên me vala mabûn, hatin di xaniyên me yên ku tapûya wan li ser me ne de bi cih bûn. Di sala 2000'î de me xwest em vegerin gundê xwe û  zeviyên xwe biçînin lê malbata Karacadag nehişt. Xizmên me yên ku li Ewrûpa jiyana xwe ji dest didin em dixwazin bînin li gundê xwe veşêrin, lê ev eşîr dibêjê, 'Ew li Ewrûpa bi rêxistinê re xebitiye' û îxbar dikin leşker jî tên darbestan vedikin û li cenazeyên me dinêrin." 

Heta meclîsê jî em ê biçin

Denîz derbara êrişa dawî ku di rojên borî de li dijî wan pêk hat de got;"10 roj berê min xwest zeviya xwe ya ku tapûya wê li ser min e biçînim nehiştin. Xwediyê traktorê ku zevî diajot li ser telefonê gef li min xwar û li gund êrişî min kirin û camên traktorê şikandin. Em dizanin kê ev tehdît kiriye û êrişî wî kiriye lê tevî ku me gilî jî kir di 3 rojan de hat berdan. Me xwest mala şîne çebikin û cenazeyên xwe bînin gundê xwe veşêrin lê êriş kirin nehiştin em li gund mala şînê çêbikin. Dixwazin gundê me tevahî dagir bikin û nehêlin em werin gundê xwe. Di destê wan de çekên cerdevaniyê hene bi wan çekan gefan li me dixwin. Em dev ji gundê xwe bernadin. Heta Meclisê jî em ê biçin, em dixwazin vegerin gundê xwe."

Dewama komkujiya Şengalê ye

Sabrî Yildiz (70) jî destnîşan kir ku zêdetirî 500 sal in Êzidî li Zevra dijîn û got: "Li gund tapûya 4 hezar donum erdên Êzidiyan heye, tenê 50 donum erdê malbata Karacadag ku kirrîne heye. Di bin navê vî 50 donum erdî de 4 hezar donum erdên me desteser dikin. Vê yekê tu kes qebûl nake. Ev yek jî berdewamiya komkujiya Şengalê ye. Êdî bila ev bêhiqûqî bi dawî bibe. Em dev ji axa xwe bernadin."

MA/RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.