Gund û ziyaretên Eşîra Xisorê

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 29 Mijdar 2021 - 23:24

  • Li nav Xisorê, heger maran bi hinekan vedaya, Olî Xona Mozikê xwîna wan dimijiya û tif dikir ciyê birînê. Xelkê bawer dikir ku ‘Bi zimanê maran dizane’. Li gorî baweriyê, dema ku wî ji maran re efsûn çêdikir, maran nikaribû xwe nêzî mirovan bikirana.

FIRAZ BARAN / DENDERLEEUW

Me Îsmaîlê Mala Alê Ûsî Milî, li Parîsê nas kir. Îsmaîl ji me re behsa gund û cihên pîroz ên eşîra Xisor kir. Wî got, gundên Xisor li derdora navenda bajarê Semsûrê ne. Her wiha Îsmaîl jî ji eşîra Xisor e û ew ji gundê Dardixanê ye. Ev gund 12 kîlometroyan dûrî navenda Semsûrê ye. Kurdên Elewî li vî gundî dijin. Gundekî 50-60 malî ye. Lê îro kal û pîr li gund, piraniya ciwanan jî li Ewrûpayê dimînin.

Li gorî Îsmaîl dide zanîn, eşîra Xisor du beş in: Xisora Yerlî (Herêmî) û Xisora Goçarî. Gundên Xisora Yerlî û Xisora Goçarî ev in:

Gundên Xisora Yerlî (Herêmî)

Çanerîk, Çîge, Dardixan, Dilkiyon, Farxikon, Gumikon, Kaznî, Kiston, Mole Bowo, Mole Qoso, Şêxlarê Jêri, Şêxlarê Jori, Oxçaliyon, Ozikon, Qaraxoc, Qirxiliyê Gawrik, Qirxiliyê Raşik, Qotire û Uzunomerî.

Gundên Xisora Goçarî

Adikan, Bêserî, Bornek, Çam Qazî, Çaqalon, Çopînor, Dîkîlcîk, Gom, Kundirolî, Lof, Ordî, Payamlî, Pişînîk, Qaraqoc, Qayaciq, Qizilcîk, Şikaft û Urguc.

Kanîya Bê

Em li ser ziyaretên gundên eşîra Xisorê jî axivîn. Îsmaîl got, “Ez hemûyan nizanim. Lê ê ku ez dizanim ezê bêjim.” Pêşî ji me re behsa “Kanîya Bê” kir: “Nêzîkî gundê Kaznî ye. Ziyareta bayê ye. 6 km dûrî gundê me ye. Dema ku ba li dest an jî lingê te dikeve tu diçî wir. Tu çamûra kaniyê bi ser xwe de dikî. Bi vî awayî ba ji bedena te derdikeve û êşa canê mirovan radiweste. Me li wir qurban serjê nedikir. Mirîşk dihat serjêkirin an jî şîrînayî dihat belavkirin.”

Ziyareta Soxan Dada

Ev ziyaret li gundê Îsmaîl e ango li gundê Dardixanê ye. Tirba Soxan Dada jî li vir e. Li kêleka tirbê 4-5 darên tûyan jî hene.

Ew darên kevn in. Îsmaîl dibêje: “Berê her malbatekê karikeke nêr ji bo Soxan Dada vediqetand. Wan ev karik nedifirot heta dibû nêrî. Gundî bi van nêriyan diçûn Ziyareta Soxan Dada. Gundiyên Qirxiliyê Gawrik jî tên vê ziyaretê.”

Wekî din Îsmaîl dibêje, Tirba Îsmaîl Dada jî li gundê Dardixanê ye. Li kêleka wê dareke giwîjê heye. Gel mirazên xwe bi wê darê ve girê didin.

Olî Xona Mozikê û zimanê maran

Îsmaîl di nav eşîra Xisor de kesên ku birîna birîndaran paqij dikin, tirsê dibin û ji maran re avsûman [efsûnan] çêdikin jî nas kirine. Yek ji van kesan Olî Xona Mozikê bûye. Ew ji gundê Şêxlarê Jêrî ye. Wî birîna gelek mirovan sax kiriye û ew ji mirinê xelas kirine. Îsmaîl wiha behsa wî dike: “Min Olî Xona Mozikê dît. Gava ez 14-15 salî bûm [sala 1969’an li gundê Dardixanê ji dayîk dibe] temenê wî derdora 60’î hebû. Heger maran bi hinekan vedaya û jehrî bibûna, Olî Xona Mozikê li xwîna wan dimijiya û tif dikir ciyê birînê. Ji wî re digotin, ‘Bi zimanê maran dizane’. Li gorî baweriyê, dema ku wî ji maran re avsûm çêdikir mar nikaribûn nêzî kesan bibûna.”

* Min ev hevpeyvîn li Parîsê bi Îsmaîlî Mala Alê Ûsî Milî re di 24’ê Çileyê 2019´an de kir.

Ziyaretên gundên Xisorê

Ziyareta Demîr Dede: Li gundê Çam Qazî ye.

Ziyareta Hawşê: Li gundê Şêxlarê Jori ye.

Ziyareta Çanêr: Li gundê Qirxiliyê Raşik e.

Ziyareta Qotire: Çinareke gelek mezin e. Li gundê Qotir e.

Ziyareta Ulubaba: Li gundê Ozikon e. Li ser Çiyayê Ulubaba ye.

Ziyareta Mamûdî Hasarî: Nêzî gundên Terman û Alifî ye, ew jî li ser girekî ye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.