Guman li ser istîxbarata Fransa hene

Çarşem 4 Çile 2023 - 01:15

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat tevlî 'Bernameya Taybet' a Medya Haberê bû û komkujiya li Parîsê ya 23'ê Kanûna 2022'an nirxand.

Besê Hozat bi bîr xist ku gelek cînayetên siyasî li Fransayê hatine kirin û got, "Gava ku mirov ji vî alî ve dinirxîne, nepêkan e ku istîxbarata Fransayê ne di nava vî karî de be. Li saziyên ku li gorî qanûnên Fransayê hatine avakirin û qaşo ji aliyê Fransayê ve têne parastin, pêkhatina komkujî û cînayetên bi vî rengî yên siyasî, berpirsyarî û rola Fransayê ya di vê mijarê de radixe pêş çavan. Em naxwazin kesî bixin bin tohmetan, lê belê teqez beşek ji istîxbarata Fransayê di nava vî karî de ye. Ji polêsên Fransayê jî hin kes di nava vî karî de ne. Ji dewleta Fransayê hin kes di nava vî karî de ne."

 

Dewleta Tirk tetikkêşan bi kar tîne

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê bang li dewleta Fransayê kir, ji bo van komkujiyan ronî bike û got, "Yên ku ev komkujî kirine divê teqez hesab bidin. Dewleta Tirk a faşîst divê hesabê vê bide. Kiryarên herdu komkujiyan eşkere ye. Dewleta Tirk e. Eşkere ye, rejîma faşîst a AKP-MHP'ê ye. Dîktatoriya faşîst e. Ya ku ev kir, MÎT bi xwe ye. Tenê bi girtina tetikkêş ev mesele çareser nabe. Tenê bi sûcdarkirina tektîkkêş ev mesele çareser nabe. Ji xwe hîn jî dibêjin cînayeteke nijadperest e. Çi eleqeya xwe bi meseleyê heye? Ji bo Omer Guney jî digotin, yekî paranoyak e, nexweş e. Ew jî tetikkêşê Komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileyê bû.

Em dewleta Tirk baş nas dikin. Tîpên bi vî rengî nexweş bi kar tîne. Kujerê Nagîhan Akarsel jî yekî bi vî rengî ye. Hevalan jî eşkere kir. Yekî ji sûcên krîmînal hatiye girtin û piştre hatiye berdan. Piştî ku hate berdan bi demeke kurt, hate Silêmaniyê. Nagîhan Akarsel şehîd kir. Gelek cînayet bi vî rengî ne. Dewleta Tirk, kesên ku ji ber sûcên krîmînal bi salan girtî ne derdixîne û weke tetikkêş bi kar tîne. Ev rêbaza MÎT'ê ye."

 

Divê dewleta Tirk were dadgehkirin

Ya ku divê Fransa bike çi ye? Eşkerekirin e. Eşkerekirina rastiyê ye. Avakirina zemîna hesabpirsîna ji dewleta Tirk e. Dadgehkirina dewleta Tirk û Erdogan e. Dadgehkirina MÎT'ê ye. Dadgehkirina hevkarên MÎT'ê yên li Fransayê ne. Dadgehkirin û hesabpirsîna ji wan e. Ya ku divê Fransa bike ev e.

Kurdan ji roja destpêkê ve got, berpirsyar dewleta Tirk e. Ji ber ku pê zanin. Têkoşîn, bîr, tecrûbe, hişmendî, pratîkeke pêncîh salî heye. Yekî din çima êrişî wan bike? Ma dibe ku nijadperestekî Fransî rabe tenê êrişî Kurdan bike ku li dijî DAIŞ'ê şer kirin, DAIŞ têk birin û mirovahî ji belaya DAIŞ'ê rizgar kirin? Ev tiştekî aqilane ye? Li Fransayê ewqas mirovên ji gelên cuda, penaber hene. Ji nava wan, wê rabe pêşengên tevgera gelê Kurd bibîne û êriş bike! Ev hedefeke ji rêzê nîne. Hevala Evîn endama Konseya Rêveber a KCK'ê ye. Rêvebera asta bilind a tevgera jinê ye. Yek ji hevalên herî kevn e ku sala 1988'an tevlî nava vê tevgerê bûye. Di nava tevgerê de gelek keda xwe heye. Li çar parçeyên Kurdistanê xebitî ye, kedeke mezin daye, berdêle mezin daye, emrê xwe daye vê têkoşînê. Hevrê, hevaleke me ya bi vî rengî ye. Di têkoşîna dijî DAIŞ'ê de li Rojava jî xwedî kedeke mezin e. 

 

Ev êriş li dijî gelê Fransayê ye jî

Di heman demê de êriş li dijî gelê Fransayê ye, li dijî mirovahiyê ye. Li hemberî civaka Ewrûpayê, nirxên wan e. Gelê me ji roja destpêkê ve nerazîbûneke bêhempa nîşan da. Bi rastî jî nerazîbûn û helwesteke gelekî xurt nîşan da. Ez vê sekna esîl û bi rûmet a gelê me silav dikim. Heta ku ev komkujî bê reonîkirin, heta ku komkujiya 9'ê Çileyê bê ronîkirin, heta ku dewleta Tirk bê dadgehkirin û hesab bide, divê ev berxwedan dewam bike.

Nerazîbûnên cidî derketin holê. Ji rayedarên Fransayê nerazîbûnên girîng hatin nîşandan. Helwest, daxuyanî hebûn û ev hemû bi saya berxwedana gelê me çêbûn. Eger em berxwedêriya xwe hîn bi xurtî bimeşînin, em ê teqez encamê bi dest bixin. Em ê hesab ji dewleta Tirk bipirsin. Em ê rewşeke welê biafirînin ku dewleta Tirk bê darizandin. Fransa jî neçar bimîne ku rastiyan eşkere bike.’’

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.