Weşanxaneya Aryenê pirtûkeke nû ya bi navê “Guliyên Ji Bêhna Şimamokan” çap kir. 

Helbestvan Roza Metîna vê carê çîrok nivîsandine û hewl dide berê xwînerên xwe bide çîrokên bi Kurmancî. Di pirtûkê de 7 çîrok hene. Hin çîrokên ku di pirtûkê de cih digirin xelat jî wergirtine.

Şêwekar Zehra Dogan jî ji bo pirtûkê bergekî hazir kiriye.

Xebatên berê yên Roza Metîna ev in;

Bilindahiyên Xwedawend (helbest)

Sêgoşe û Çargoşe (çîrokên zarokan)

Hêviyên Dilazad (helbest)

Tiliya Qereqûçkê (helbest)

Rabûna Berî li Gulberojan (antolojiya helbestvanên di hepsê de)

NAVENDA NÛÇEYAN