• Pirtûkên bi navê Gulîsinêm û Cindî bi Kirmanckî hatine nivîsandin, ji aliyê Weşanên Enstîtuya Kurdî ve hatin weşandin.

Pirtûkên bi navê Gulîsinêm û Cindî bi Kirmanckî hatine nivîsandin, ji aliyê Weşanên Enstîtuya Kurdî ve hatin weşandin.

Pirtûkên Gulîsinêm (Estanikanê Licê ra) û Cindî  (Estanikanê Çewlîgî ra) bi Kirmanckî ne û bi berhevkirina çîrokên bajarên Kurdan hatine nivîsandin. Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ya ser bi Komeleya Lêkolînen Kurdî ve hatin weşandin. 

Alî Aydin Çîçek  her du kitêb amade kirine. Çîrokên Alî Aydin Çîçek çîrokên li Licê û Çelîgê di nav xelkê de tên gotin berhev kirine. 

Pirtûka bi navê Cindî, bi vegotinên Pakîze Kîşîn a li Stenbolê, hatiye nivîsandin. Di pirtûkê de 22 çîrokên ji Çewlîgê hene. 

Pirtûka bi navê Gulîsinêm bi vegotinên çîrokbêj Cemîl Pektaş hatiye nivîsandin. Gulîsinêm jî ji 12 çîrokên ji navçeya Licê ya ser bi Amedê, pêk tê. 

STENBOL