Pêşmergeyê Dêrîn, Pêşrew Ehmed Kelan got, beriya niha YNK û PDK’ê şerê PKK’ê kirine û wiha peyivî: “Min wê demê jî şerê PKK’ê nekir, niha jî ez ê bi kêfxweşî guleyê berdim bedena xwe, lê ez wê guleyê li hemberî birayên xwe yên PKK’ê nateqînim.”
Li Başûrê Kurdistanê nerazîbûna ji hewldanên hevkariya PDK’ê ya ji bo şerekî li hemberî gerîla, roj bi roj zêde dibe. Bi taybetî fermandar û pêşmergeyên berê yên li Başûrê Kurdistanê, gelek nerazî ne. Pêşmergeyê Dêrîn, Pêşrew Ehmed Kelan li ser hesabê xwe yê medya civakî li dijî hewldanên şerekî beramberî gerîlayên Kurdistanê, peyamek belav kir. Pêşmergeyê Dêrîn Pêşrew di peyama xwe de dibêje, li şûna ew guleyan bera gerîla bide, ew amadeye guleyê berde bedena xwe. Peyama Pêşrew wiha ye; “Di salên 90’î de PDK û YNK’ê şerê PKK’ê kir, wê demê jî ez ne amade bûm şer bikim û min şer nekir jî. Niha jî heya dawiya jiyana xwe ez dibêjim, ez ê gule berdim bedena xwe, lê ez li hemberî birayên xwe yên PKK’ê gule nateqînim.”
NAVENDA NÛÇEYAN