Gulale serketiya Germiyanê ye

Nûçeyên Jin

În 16 Kanûn 2022 - 03:06

Hunermend Gulale Hemîd a ji Kifrî ya Germiyanê, dev ji têkoşîna xwe bernedaye û îro gavan ber bi jor ve diavêje. Li gorî nûçeya di Kirkuk Now de, israra hunerî ya Gulale Hemîdê kiriye ku ew kesên ku destpêkê li pêşiya wê kelem bûne, paşê destekê bidinê. Gulale Hemîd îro mamoste ye li Înstîtuya Hunerên Bedew a Kifriyê û seroka Koma Huner a Keçan e. Gulale Hemîd ji bo armanca komê dibêje, “Armanca komê ew e ku behremendî û karê jinên hunermend nîşan bide; dike ku bi çalakiyên cihêreng behremendiyên xwe bi pêş bixin, karibin pêşangehan li dar bixin û tevlî çalakiyên hunerî yên neteweyî bibin.”

Ew dibêje, “halê hazir berhemên min ên hunerî bêhtir li ser wê yekê ne ku xelkê di biwara şideta li jinê tê kirin, hişyar bikin. Bi huner ez peyama xwe ya li dijî şideta beramberî jinan û malbatan. Şidet veguheriya tehlûkeyeke li dijî jiyana jinan”.

Lê ew li ser mijarên hawîrdorê û parastina xwezayê de jî peyaman bi hunerê xwe dide.  Ew bi serketina hunerê xwe jî serfiraz e û dibêje, “Berhemên min ên şêwekariyê bala cihgirê serokwezîr birin ser xwe, li hola civîna kabîneya hikûmetê hatin daliqandin. Min biryar da ez rêya serketinê bidim ber xwe. Ji bo jinekê zehmet e xwe bigihîne asta herî bilind a serketinê li Germiyanê. Berhemên min kirin ku ew kesên wextekê li dijî min bûn, niha destekê bidin min û min teşwîq bikin. Ev serketinek e”.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.