Guh nedin derewên dewleta Tirk

Çarşem 1 Adar 2023 - 01:05

HPG'ê diyar kir ku kesê bi navê Ramazan Guneş beriya bi 3 salan reviyaye û li Başûrê Kurdistanê bi cih bûye. Wê  xwe beriya bi 2 mehan radestî dewleta Tirk kiriye. HPG'ê got; divê kes guh nede nûçeyên derew ên MÎT'ê û medya şerê taybet a Tirk.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrişên dewleta Tirk û vê mijarê got, "Artêşa Tirk a dagirker bi teknîka şer a li ber destê xwe, êrîşên giran li ser hêzên me dewam dike. Agahiyên berfireh ên êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi vî rengî ne:

27'ê Sibatê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê FM'ê 24 caran bi obus û çekên giran hatin bombekirin.

27'ê Sibatê, çeperên me yên berxwedanê yên li nêzî gundê Sîda û qada Çemçoyê 71 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

 

Medya şerê taybet derewan dike

Di medya şerê taybet a Tirk de nûçeyek hate weşandin û hate îdîakirin ku Ramazan Guneş endamê tevgera me ye û li Silêmaniyeyê di encama operasyona MÎT'ê de hatiye revandin. Ev nûçe bi temamî derew e. Ramazan Guneş beriya bi 3 salan ji nava refên me reviya, piştre zewicî û li Başûrê Kurdistanê bi cih bû. Ti elaqeya xwe bi tevgera me re nîne. Ramazan Guneş beriya bi 2 mehan li bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê teslîmî dewleta Tirk bû. Lê belê medya şerê taybet a Tirk Ramazan Guneş ê beriya bi2 mehan teslîm bûye, weke endamekî tevgera me nîşan dide, bi senaryoyeke derew hewl dide weke serketina MÎT'ê nîşan bide. Bila gelê me yê welatparêz û raya giştî ya Tirkiyeyê guh nede nûçeyên derew ên MÎT'ê û medya şerê taybet a Tirk."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.