Guh bidin peyamên Îmraliyê

Duşem 27 Çile 2025 - 02:50

Hevserokê MED TUHAD-FED'ê Kerem Canpolat têkildarî hevdîtina Şandeya DEM Partiyê ku bi Rêber Abdullah Ocalan kir wiha got: “Divê rayedarên dewletê guh bidin peyamên Abdullah Ocalan Li gorî peyamên birêz Abdullah Ocalan dê hemû xeterî û xetimandinên ku Tirkiye di nav de ye ji holê rabin û rewşeke aramiyê derkeve holê. ”

Şandeya ku ji parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder pêk tê, di 28'ê Kanûna 2024'an de çû li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Piştî vê hevdîtinê, şandeyê di 29'ê Kanûnê de peyama ku ji 7 xalan pêk hat bi raya giştî re parve kir. Şandeyê, piştî hevdîtina li Îmraliyê li ser daxwaza Abdullah Ocalan bi partiyên siyasî yên li Meclisê û siyasetmedarên girtî re hevdîtin kirin. Piştî vê hevdîtinê gelek niqaş hatin kirin û hêj jî tên kirin. Di pêvajoyeke wiha de Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê di 22'yê Çileyê de cara duyemîn çû Girava Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir.

Hevserokê Federasyona Komaleyên Hiqûq û Piştevaniyê yên Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) Kerem Canpolat têkildarî hevdîtina Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ya bi Rêber Abdullah Ocalan re axivî.

Ewil şerê li Rojava bidin sekinandin

Kerem Canpolat anî ziman ku ji destpêka avakirina Komara Tirkiyeyê û heya îro gelê kurd gelek êş kişandine û bi gelek lîstik û deq û dolaban re rû bî rû mane. Kerem Canpolat diyar kir ku gelê kurd gotin û kirinên dewletê yên têkildarî nîqaşên aştiyê de jidil nabîne û wiha domand: “Dewlet li aliyekî dibêje divê em xwişk û biratiya xwe pêş bixin lê êrişî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê dike. Sivîl, hunermend, rojnameger tên kuştin û girtin. Di cihanê de tu xwişk û biratiyeke wisa tune ye. Ev pratîk durûtî ye û jidil nayê dîtin. Madem ku em dibêjin xwişk û biratî divê dewlet, AKP-MHP û partiyên muxalefetê jî gavên bêtirs û rast biavêjin. Ji bo ku kurd jidilbûna dewletê bawer bike divê ku ewilî erîşên li ser Rojava bide sekinandin.”

Guh bidin peyamên Îmraliyê

Kerem Canpolat destnîşan kir ku divê rayedarên dewletê guh bidin peyamên Rêber Abdullah Ocalan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li gorî peyamên birêz Abdullah Ocalan dê hemû xeterî û xetimandinên ku Tirkiye di nav de ye ji holê rabin û rewşeke aramiyê derkeve holê. Bi van hevdîtinan re civakê dengê Birêz Ocalan bihîst. Heke şert û mercan pêk bînin û dengê birêz Ocalan bêtir bigêhêje civakê dê aramiyeke xurt pêk bê. Divê dewlet û hemû kes baş bizanibe ku ji bo çareseriyê gav neyê avêtin û tecrîd bi dawî nebe ev xetimandin û rewşa nebaş dê bêtir xerab bibe. Em jî weke sazî ji bo ku tecrîda li ser birêz Ocalan were rakirin û azadiya wî pêk bê dê bêtir bixebitin û xebatên xwe xurtir bikin.”

AJANSA WELAT/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.