Guh bidin daxwazên azadiyê

Pêncşem 17 Cotmeh 2024 - 02:30

Serokeşîr, kesayet û rûspiyên Êzidî bi pêşengiya Desteya Eşayîrî ya Şengalê têkildarî azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li Meclisa Gel a Şengalê daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê. Bi navê serokeşîr, kesayet û rûspiyên Êzidî Cîgirê Serokê Desteya Eşayîrî ya Şengalê Berekat Mirad Sîncar axivî.

Berekat Mirad Sîncar destpêkê îşaret bi pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo kir û wiha got:“Niha ji bo azadiya Serokatî pêngaveke cîhanî heye û piştgiriyeke cîhanî jî ji bo azadiya wî heye. Ji ber Serok xwedî fikrekî bihêz û girseyeke mezin e.” Di daxuyaniyê de rola Rêber Abdullah Ocalan a pêşîgirtina qirkirina Êzîdiyan de jî hate bibîrxistin û wiha hate gotin:’’Serok hêzên xwe û pêşengên xwe bi hawara me ve şand Şengalê. Êzîdî û axa Iraqê ji destê wan kujer û DAIŞ’î yan rizgar kir. Qenciya wî ne tenê li Êzîdiyan bû, li Sûneyan, li Şîeyan û heta li dewlet û gelê Iraqê jî bû.” Di beşa dawiyê de jî serokeşîr, kesayet û rûspiyên Êzidî bang li Saziyên Navnetewî, Rêxistinên Mafê Mirovan û hemû sazî û dezgehên eleqeder kir, ji bo azadiya Rêber Apo bixebitin û guh bidin daxwazên ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo.

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.