Pêr HPG’ê daxuyaniyek dabû û gotibû ew agahî ji komek gerîlayên xwe nagirin û dibe ku gerîlayên wan bi destê hêzên PDK’ê şehîd ketibin.
Siyasetmedar û akademîsyen Dr. Kamuran Berwarî diyar kir ku eger agahiya şehîdkirin an jî dîlgirtina gerîlayên HPG’ê rast be, ev dê bibe pêngaveke xeternak a pêxistina çirûska yekemîn a şerê Kurd bi Kurd. Dr. Kamuran Berwarî ji RojNewsê re wiha axiviye “Ev karekî gelekî metirsîdar e, paşeroja Başûrê Kurdistanê, bi giştî xelk, hikûmet û heta pêşeroja hêzên siyasî jî dixe metirsiyê. Divê em weke Başûr guh bidin daxuyaniyên Karayilan û HPG’ê.
Êrîşkirina li ser gerîla an jî komek gerîla sûc e. Nabe, ne gerîla êrîş bike ser pêşmerge ne jî pêşmerge êrîş bike ser gerîla. Ji ber cihê gerîla û pêşmerge li Başûrê Kurdistanê diyarin û herkes li cihê xwe dimînin. Ev nêzîkê 30 sal e, cihê wan diyar e û herkes li qadên xwe bi azadî, tevdigerin. Eger şehîdkirina van gerîlayan rast be û hinek ji wan jî dîl hatibin girtin an jî winda bibin, evê bibe pêngaveke gelekî xirab.” NAVENDA NÛÇEYAN