Mazlum Dag û Abdûrrahman Er, ev 42 roj in li dijî zextên PDK’ê di greva birçîbûnê de ne

Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er ku li Girtîgeha Hewlêrê dîlgirtî ne, li hemberî zexta li xwekirina cilên bi yek tîpî û kiryarên xerab yên desthilata PDK’ê, 42 roj in di greva birçîbûnê de ne.

Mazlûm Dag û Abdurrahman Er, ji roja ku xistin Girtîgeha Hewlêrê û vir ve binpêkirina mafên wan timî dikeve rojevê. Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er herî dawî ji ber zexta li xwekirina cilên bi yek tîpî di 18’ê Gulanê de ketin greva birçîbûnê. Çalakiya Dag û Er di roja 42’an de didome.

Hêjayî gotinê ye ku Dag û Er li dijî kiryarên xerab û êşkenceyê di 28’ê Îlona 2022’yan de dest bi greva birçîbûnê kiribûn û ji ber ku daxwazên wan wê demê hatibûn qebûlkirin di roja 14’an a grevê de çalakî bi dawî kiribûn. Her wiha herdu girtî di 13’ê Sibata 2022’yan de jî li hemberî binpêkirina mafan ketibûn rojiya mirinê. Piştî ku soz hate dayin ku wê dawî li binpêkirinan bê anîn çalakî di roja 9’an de bi dawî bûbû.

NAVENDA NÛÇEYAN