• Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên Behdînanê kete roja xwe ya 8’an. Asayîş zextan li girtiyan dike da ku dawî li çalakiya xwe bînin, lê girtî bi israr in ku çalakiya xwe bigihînin encamê.

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên Behdînanê kete roja xwe ya 8’an. Asayîş zextan li girtiyan dike da ku dawî li çalakiya xwe bînin, lê girtî bi israr in ku çalakiya xwe bigihînin encamê. Her ku diçe rewşa tendirustiya girtiyan jî xirabtir dibe.

Ji 6’ê Îlonê ve çar çalakvanên Behdînanê yên girtî, Mesûd Elî Hacî, Bendewar Eyûb Reşîd, Karker Ebas Elî û Şêrwan Teha Emîn dest bi çalakiya rojiya mirinê kirine. Çalakiya girtiyan kete roja 18’an.

Piştî wan jî bi giştî 82 rojnamevan û çalakvanên Behdînanê li dijî bipaşxistina dadgehkirinê dest bi greva birçîbûnê kirine.

Birayê Rojnamevan Umêd Beroşkî, Mahîr Beroşkî têkildarî rewşa girtiyan gotibû, 16’ê Îlonê bi telefonê li gel Umêd Beroşkî ew çend deqîqeyan axiviye.

Mahîr da zanîn Umêd ji wî re gotiye, asayîşa PDK’ê daxwaz ji wan kiriye ku ew dawî li greva birçîbûnê bînin, lê wan ji asayîşê re gotiye, heta ku ew neyên azadkirin, ew ê dest ji çalakiya xwe bernedin.

Ev zêdetirî salekç ye ku qederê 100 rojnamevan û çalakvanên herêma Behdînanê hatine binçavkirin. Li 5’an ji wan hukim hatine birrîn, hinek jê dosyaya wan li dadgehê ye, lê bi encam nebûye. Hinek jî li benda dadgehkirinê ne. Girtî ne tên dadgehkirin ne jî tên berdan. 

ROJNEWS/HEWLÊR