Greva birçîbûn wê derbasî qonaxeke dî bibe

Çarşem 14 Sibat 2024 - 00:55

Bi navê Girtiyên PKK’ê û PAJK’ê Deniz Kaya têkilî greva birçîbûnê ya ku ji 27’ê Mijdarê ve li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyê, ji bo azadiya Rêber Abdullah didome, daxuyaniyek da.

Deniz Kaya di daxuyaniyê de diyar dike ku piştî hilbijartinê berxwedana wan wê bikeve qonaxeke nû.

Têkilî mijarê di daxuyaniyê de ya ku 12’ê Sibatê hatiye dayin, wiha tê gotin:“Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêbertiya me, me di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê kiribû û me ragihandibû ku em ê di 15’ê Sibatê de derbasî qonaxeke din bikin. Lê belê ji bo bandorê li pêngava li derve hatiye destpêkirin û li xebatên hilbijartinê neke, me biryar da ku piştî hilbijartinê derbasî qonaxeke din bikin. Em çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya dorveger heta piştî hilbijartinê dirêj dikin. Em ji raya giştî re radigihînin ku heke tecrîda li ser Rêbertiya me heta piştî hilbijartinê bidome, em ê çalakiya xwe piştî hilbijartinê derbasî qonaxeke din bikin û heta encamekî jê digirin jî bidomînin.” 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.