Mazlûm Dag û Abdurrahman Er li Girtîgeha Hewlêrê dîl hatine girtin, li hemberî zexta PDK’ê ya lixwekirina cilûbergên bi yek tîpî û kiryarên xerab, ev 48 roj in di greva birçîbûnê de ne. Rewşa tenduristiya Dag û Er her ku diçe xirabtir dibe.
Mazlum Dag di 23’yê Hezîranê de bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî. Dag ragihandiye ku her diçe tenduristiya wan xirabtir dibe û gotiye: “Dibêjin ‘li nexweşxaneyê bijîşk tine û derman tine.’ Em bi mirinê re rû bi rû hiştine. Abdûrrahman 20 kîlo li xwe kêm kirine. Tenduristiya wî nebaş e.” Dag daye zanîn ku wî jî 10 kîlo li xwe kêm kirine û nikare zêde biaxive.
Hewldan bê encam in
Înîsîyatîfa Hevgirtinê Ya Li Dijî Bidarvekirinê derbarê rewşa Mazlum Dag û Abdurrahman Er de diyar ku vîtamîna B1 ya ku divê bidin çalakên di greva birçîbûnê de, nadin Dag û Er. Înîsiyatîfê herwiha da zanîn ku ew nikarin xwe bigihînin rayedarên girtîgehê û hewldanên parêzeran jî bê encam dimînin.
NAVENDA NÛÇEYAN