Graciela Iturbide:Nihêrîneke helbestî

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 22 Sibat 2022 - 22:00

  • Ew bêhtir bi wêneyên xwe yên “Çola Sonora” navdar e ango bi portreyên van mirovan. Wêneyên wê yên jinan jî û her wiha wêneyên wê yên ku rêûresmên civaka Meksîkayî nîşan didin jî hêjayî nirxandinê ne. Iturbide ku li pey surprîzan digere wiha dibêje, “Ez di nav tiştên ji rêzê de li surprîzan digerim. Ev tiştên ji rêzê li her derê dinyayê dikarin derkevin pêşiya me.”

ARDÎN DÎREN

Graciela Iturbide yek ji fîgûrên herî girîng yên Emerîkaya Latînî ye. Ew bi xwe ji Meksîka ye. Wênegireke têra xwe jêhatî û xwedî wêneyên hêja ye. Li gel ku temenê wê gihîştiye 80’ê salî jî ew hîna jî wêneyan digire û ji vî karî pirr hez dike. Heya niha wê gelek portreyên mirovan girtiye û ev wêneyên wê li gelek pêşangehan hatine nîşandan. 

Graciela Iturbide niha jî bi pêşangeheke nû derdikeve hemberî hezkiriyên xwe. Di pêşangeha wê ya bi navê ‘Heliotropo 37’ de dê wêneyên wê yên ku ji salên 1970’ê heya roja îro girtine dê cî bigirin. Bi tevahî dê 200 wêneyên wê û koleksiyoneke wê ya ku ji rengên cihê pêk tê were nîşandan. Pêşangeha Iturbide dê heya 29’ê Gulanê li Parîsê, “Fondation Cartier” vekirî bimîne.

Surprîzên di nav tiştên ji rêzê de

Iturbide ku bi qasî 50 sal in wêneyan digire bêhtir bala wê li ser şêwazeke belgeyî ye û wêneyên wê yên reş û spî pirr bi tesîr in. Ew bi van wêneyên reş û spî hesteke helbestî jî çêdike bi wêneyan re. Di vî warî de xwedî nihêrîneke çê ye û çavekî wê yê baş heye. Ew bêhtir bi wêneyên xwe yên “Çola Sonora” navdar e ango bi portreyên van mirovan. Wêneyên wê yên jinan jî û her wiha wêneyên wê yên ku rêûresmên civaka Meksîkayî nîşan didin jî hêjayî nirxandinê ne. Iturbide ku li pey surprîzan digere wiha dibêje, “Ez di nav tiştên ji rêzê de li surprîzan digerim. Ev tiştên ji rêzê li her derê dinyayê dikarin derkevin pêşiya me.”

Manuel Alvarez rê ber wê dixe

Iturbide di sala 1970’ê de wênegirê navdar Manuel Alvarez Bravo nas dike. Ev hevaltiya wan ya wênegiriyê heya salên 2002, ku Manuel Alvarez jiyana xwe ji dest dide didome. Dema Iturbide Manuel Alvarez nas dike wê demê li gundan û festîvalên navdar yên Meksîka wêneyan digire. Iturbide jî dide pey û bi xêra wî xwe di karê wênegiriyê de pêş dixe. Manuel Alvarez ji bo wê bû mamosteyek baş û her wiha di vî karî de rê ber wê xist. Alvarez her wiha hest û nihêrîna xwe ya derbarê mirov û dinyayê de jî pê re parve kir û jê xwest ku vî karî tim bidomîne û jê hez bike. 

‘Wênegirtin rîtûelek e’

Iturbide girîngiya wêneyê ya ji bo xwe wiha rave dike, “Wêne girtin ji bo min rîtûelek e. Bi kameraya xwe diçim çavdêrî dikim û kêliya herî xweşik ya mirovan digirim. Paşê xwe li nav rêyên tarî ku nizanim min ber bi ku ve dibin dixim. Di van rêyan de pêş dikevim û sembolîzmekê hildibijêrim.” Wêneyên Iturbide weke xeyal tên ji mirov re, ji xwe ew jî dibêje heya ji min tê ez bi fikra “xeyal û helbestê” wêneyên belgeyî digirim. Iturbide dibêje zanîn bi du awayî ye û wiha pê de diçe, “Dema hûn seyahetê bikin bi saya tenêtiyê hûnê hem di hundirê xwe de û hem jî li dervayî xwe gelek tiştan kifş bikin.”

Li pey sembolan diçe

Hêleke din ya Iturbide jî heye. Ew manewiyateke nû li tiştan bar dike. Manzerayên wê yên ku qet mirov tê de tine ne jî ji mirov re gelek tiştan dibêjin. Ji xwe wê di van salên dawî de bala xwe bêhtir daye ser dîmenên ku mirov di wan de tine ne. Wêneyê obje, xweza û manzerayên ku asoyên bê dawî nîşanî mirov didin digire. Ew bi van wêneyên xwe sembolîzmekê jî ava dike. Bi vê armancê wê li Italya û Hindistanê gelek wêneyan girt. Iturbide wiha behsa gera xwe ya Hindistanê dike, “Wêneyên min yên li Hindistanê zehmetiya ku min daniye pêşiya xwe nîşanî mirov dide. Yanî min nexwest ez rûyan nîşan bidin, bêyî ku mirovan nîşan bidim min bala xwe bêhtir da ser çand û rêûresmên wan. Wekî din wan sembolên ku bi jiyana wan û çanda wan ve girêdayî ne min nîşan da. Ev sembol bêhtir çûn li xweşa min.”

Pêşangeha Iturbide ya bi navê “Heliotropo 37” navê xwe ji kolana ku studyoya wê ya wênegiriyê lê dimîne digire. Fondation Cartier dê pirtûkeke ku xebatên wê û nihêrîna wê ya dinyayê vedibêje çap bike. Li gel wêneyan dê hevpeyvîneke nivîskara Fransî Fabienne Bradu û çîrokeke nivîskarê Guetemala yî Eduardo Halfon jî di pirtûkê de cî bigirin. Her wiha wêneyên Iturbide yên ku wênegirê Meksîkayî Pablo Lopez Luz li studyoya wê girtine jî dê di pirtûkê de hebin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.