Govenda têkoşînê her digere û nasekine

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 31 Çile 2024 - 02:55

MEDÎNE MAMEDOGLU / NÛJÎNHA / AMED

Hunermenda Kurd Emel Çîftçî bi çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ya li ser îfadeyên şahidên veşartî 21’ê Tebaxa 2023’an li Amedê hatibû binçavkirin. Emel Çîftçî ya ku ji ber pençeşêra malzarokê dihat dermankirin, tevî vê yekê hat girtin. Emel Çîftçî ya ku li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê de bi îdiaya “bûyîna endamtiya rêxistinê” û “bûyîna rêveberiya rêxistinê” dihat darizandin, di danişîna ewil a 23’ê Çileyê bi biryara qedexeya derketina derve û biryara kontrola edlî hat berdan.

Hunermend Emel Çîftçî têkildarî pêvajoya binçavkirin û girtinê, rewşa girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Jinan a Amedê ya ku lê dima û grevên birçîbûnê ji ajansa me re axivî.

Emel Çîftçî, diyar kir piştî çend saetan binçavkirin û îfadeya wê hatiye standin ew hatiye girtin û diyar kir ku ev pêvajo bi awayekî adil nayê meşandin. Emel Çîftçî, bal kişand ku tenê bi îfadeyên şahidên veşartî hatiye girtin û destnîşan kir ne tenê ew tê darizandin, di heman demê de hunera Kurdî, zimanê Kurdî û têkoşîna Kurdan tê darizandin.

Wê bi girtinan xebat neqedin

Emel Çîftçî diyar kir ku ev sepandin li dijî têkoşîna gelê Kurd e û got: “Pêvajoyên darizandina me bi tevahî ji ber Kurdbûna me ye. Têkoşîna me ya ji bo ziman, hebûn û heqîqeta me tê darizandin. Her tiştê ku em di derbarê vê de dikin, li ber çavên wan wek ‘delîlên sûc’ di dosyayan de tê girtin. Xebatên hunerî yên ku em dikin jî di nav de bi vî rengî tên nirxandin.” Emel Çîftçî, anî ziman ku xebatên wan bi girtinan ranaweste û wiha got: “Ev govenda têkoşînê wê tu caran nesekine. Wek hunermendeke Kurd ez ê pêşengtiya vê dîlanê bidomînim. Ev girtin wê ne min û ne jî hevalên min ên din ji rê dur bixe. Li kuderê dibin bila bibin emê xebatên xwe bidomînin.”

Divê em pêvajoyan ji hev qut nekin

Emel Çîftçî, anî ziman ku li Girtîgeha Jinan a Amedê ya ku ew lê dima şert û mercên tecrîdê serwer in û got, “Li gorî min dema pêvajoya li girtîgehan tê vegotin divê em van pêvajoyan ji hev qut nekin. Polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê  îro li hemû girtîgehan belav bûye. Li girtîgeha ku em lê diman jî şert û mercên tecrîdê serwer bûn. Cihê ku girtî bikarin xwe îfade bikin ne mijara gotinê jî bû. Qedexeye ku girtî silavê bidin hev û tevlî çalakiyên civakî bibin.” Emel Çîftçî bi bîr xist ku Halîse Aksoy a bi wê re di heman qawîşê de ma jî tevî nexweşiyên wê yên kronîk nehat berdan û destnîşan kir ku heta girtiyên nexweş di girtîgehê de bin wê nikaribin xwe bigihînin derfetên dermankirinê. Emel Çîftçî destnîşan kir ku ji bo pêşîgirtina mirina li girtîgehan divê hişyariyeke cidî bê çêkirin.

Li hemberî tecrîdê helwêst nîşan bidin

Emel Çîftçî bal kişande ser çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên li girtîgehan ji 27’ê Mijdarê ve, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di tecrîda girankirî de ye û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û got: “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Ji bo şikandina tecrîdê pêwîstee her kes xwedî helwest be. Weke hunermendeke Kurd ez ê bê dudilî axaftina xwe bidomînim.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.