Govend dîrok û nasnameya Kurd e

Nûçeyên Çand/Huner

În 2 Tebax 2024 - 00:20

  • Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya TEV-ÇAND û Tevgera Hîlala Zêrîn a Efrîn-Şehbayê, nerazîbûn nîşanî êrişên li ser çanda Kurdî ya li Bakurê Kurdistanê dan û gotin: Govend dîrok, berxwedan û nasnameya Kurdan e. Divê li dijî êrişan, bi rihekî neteweyî tevbigerin.

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya (TEV-ÇAND) têkildarî êrişên li ser çanda Kurdî li Bakurê Kurdistanê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo, bi beşdariya endam û rêveberên TEV-ÇANDˊê, Tevgera Hîlala Zêrîn, Desteya Çand û Hunerê, Dîwana Wêjeyê, Meclîsa Çand û Hunerê û Yekitiya Hunermendan hat dayîn.

Hevserokê TEV-ÇAND’ê ya Kantona Cizîrê Keder Hisên daxuyanî xwend. Keder Hisên bal bire ser êrişên dewleta Tirk a dagirker, li Bakurê Kurdistanê ên li ser çanda Kurdî û destnîşan kir ku armancên van êrişan; çand, huner û zimanê Kurdî tune bikin. Keder Hisên da zanîn ku dewleta Tirk a faşîst û qirker bi van kiryaran dide xuyakirin ku ji polîtîkaya qirkirina gelê Kurd gavek jî paş de neavêtiye û bi bîr xist ku welatê wan dişewîtînin, goristanên wan xirab dikin, stranên Kurdî qedexe dikin, nasnameya wan, çanda wan nas nakin û êrişên faşîst dibin ser nirxên gelên Kurd, her wiha bêrumetî, bêdîrokî û bêçandiyê li ser wan ferz dikin. Hisên diyar kir ku ew weke gelê Rojavayê Kurdistanê, Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê; hunermend, rewşenbîr, wêjevanê vî gelî, van êrişên bêexlaq ên dewleta Tirk a faşîst bi tundî şermezar dikin û berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê pîroz dikin û destnîşan kir ku her gel û civak hêja ye ku bi çand, ziman û hunera xwe azad bijî. Hisên bal bire ser tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û diyar kir ku bi hevkariya PDK’ê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê û ên li ser Başûrê Kurdistanê jî di heman konseptê de tên pêşxistin û ev bang kir:“Em bang li gelê xwe dikin ku li hember van êrişan bi yekîtî û rihekî neteweyî tev bigerin. Bi rihekî welatparêzî û bi îradeyeke azad li hemû nirxên xwe xwedî derkevin. Ji heqîqeta gelekî azad bi hêztir ti hêz nîne.”

Piştî ku daxuyanî hat xwendin bi cil û bergên Kurdî û li ber stranên gelerî govend hat gerandin û dirûşmên “Bê Çand Jiyan Nabe” û “Bê Serok Jiyan Nabe” hatin berzkirin.

Bi govendê em ê tecrîdê bişikînin

Tevgera Hîlala Zêrîn Efrîn-Şehba jî li dijî girtina ciwanên govendê digerandin daxuyanî da. Di daxuyaniyê de endamên Tevgera Hîlala Zêrîn bi cil û bergên kurdî, Kongra Star û saziyên kampa Serdem a Şehbayê amade bûn. Daxuyanî ji aliyê endama Tevgera Hîlala Zêrîn Efrîn-Şehba Buhar Silêman ve hate xwendin û wiha hate gotin: Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Çanda gelê Kurd çandeke dewlemend e. Erdîngariya Kurdistanê cihek dewlemend e, ji hemû mirovahiyê re derguşî kiriye. Ji ber vê faşîzma AKP/MHP'ê bi hemû rêbazên qirêj, yê ji para xwe mirovahîyê nagire, erîşî  gelê Kurd dike. Rêber Apo li hemberî deshilatdariya xwe tehdîdeke mezin dibînin. Ji ber wê tecrîda li ser Rêber Apo, êrişên li ser çanda Kurdî ne, êrişên çiyayên Kurdîstanê êrişên çandî ne, biryara darvekirina  jinên li Rojhilatê kurdistanê êrişên çandî ne. Hemû êrişên li ser gelê kurd êrîşên çandî ne. Ji govendê netirsin, govend keyfxweşiya di navbera gelan de ye. Ey AKP/MHP'ê wê govenda me bibe azadî. Govend sembola tekoşînê ye. Neviyên kawayê hemdemên sed salan e, li Mezopotamyayê govenda azadîyê digerîne. Kesek nikare pêşiya govenda azadîyê bigire. Ji ber ku govend berxwedan e, govend dîrok e, govend nasnameya Kurdan e. Bi govend û tîlîliyan em ê tecrîdê bişkînin. Ji ber wê em dibêjin govend ya me ye, gotin ya me ye, tîlîlî ya me ye îrade ya me ye. Li hemberî faşîzmê şoreş şoreşa me ye, şano jiyana me ye, helbest hestê me ye, stran dengê me ye, govend rengê jiyana me ye." Di dawiya daxuyaniyê de li dijî qedexekirina govenda kurdî, endamên Tevgera Hîlala ZêrînEfrîn-Şehba govenda azadiyê gerandin.

ANHA/NÛJINHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.