Gotin û pratîka wê yek bû

Çarşem 24 Gulan 2023 - 13:35

  • YJA Starê li ser şehîdbûna fermandar Leyla Sorxwîn got, “Leyla Sorxwîn, di têkoşîna 31 salan de sekna jina azad di kesayeta xwe de berçav kir, di êrişa dijmin a 22 û 23’ê Çileyê 2023’yan a li Bestayê de, tevî 6 hevrêyên xwe yên jin bi lehengî şer kir û şehîd bû.”

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê têkildarî şehadeta fermandar Leyla Sorxwîn (Hamiyet Yalçinkaya) daxuyaniyek da û got; "Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê û endama Meclîsa PAJK'ê, endama Konseya Fermandariyê ya HPG û YJA Starê, fermandara me ya hêja Leyla Sorxwîn (Hamiyet Yalçinkaya) a li Amedê li nava malbateke welatparêz a xwedî li nasnameya Kurdîtiyê derdikeve mezin bû. Bi vê cewhera xwe bi rengekî gelekî sade, xwezayî, leheng, fedakar û wêrek tevlî têkoşîna xwe ya 31 salan bû û sekna jin a azad di kesayetiya xwe de şênber kir, di êrişa dijmin ya 22 û 23'ê Çileyê 2023’yan a li Bestayê de tevî 6 hevrêyên xwe yên jin du rojan bi lehengî şer kir û şehîd bû. Weke Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê em sersaxiyê ji malbata Yalçinkaya ya welatparêz a hêja, ji xelkê me yê Amedê û ji tevahiya gelê me re sersaxiyê dixwazin.”

Derbên giran li qirkeran xistin

YJA Starê di dewamê de wiha behsa şehîd Leyla Sorxwîn kir: “Fermandara me ya hêja Leyla Sorxwîn li nava malbateke welatparêz a Amedê ji dayik bû. Di sala 1993'an de tevlî nava refên partiyê bû. Ji Amedê heta Rojhilat, ji Garê heta Zagrosan li gelek qadan gerîlatî kir, bû fermandar, ji şervaniya fedaî ya Apoyî heta bi Fermandariya Biryargeha Navendî di her astê de wezîfe kir, wezîfe û berpirsyarî hemû jî bi cih anîn. Di heman demê de wezîfeyên PKK û PAJK'ê di asta herî bilind de pêk anî, timî hewl da hîn bêhtir bike. Ti sînorên sîstema heyî nas nekir, ji dil baweriya xwe bi îdeolojiya rizgariya jinê anî, di pêşvebirin, xurtkirin, bedewbûn û azadiya jinên Kurd de bû heqîqeta berçav. Hevrê Leyla xeta Rêbertiyê bi kûrahî pejirand, bi pîvanên milîtaniyê ya jina azad ji her aliyê ve xwe bi pêş ve bir. Weke hevrêyeke xwezayî, sade, dilnizm û cewherî bi hezkirin nêzî şervanan bû, ji bo bipêşvebirina wan kedeke mezin da. Her wiha di bipêşvebirina gerîlatiya HPG û YJA Starê, di mijara jinûve avakirinê û serxistina gerîlatiya jinan a demokratîk de kete nava hewldanên girîng, bi vî rengî tecrûbeyên mezin da têkoşîna me. Hevrê Leyla bi cewher û gotina xwe, bi pratîk û çalakiya xwe yek bû, bi tecrûbeya xwe ya leşkerî, danheva xwe ya gerîlatiyê, bi şerkerî û wêrekiya xwe gelek caran derbên herî giran li hêzên qirker-faşîst xistin. Bi hêrsa mezin a li dijî dijmin, bi eşqa mezin a ji bo azadiyê di gelek çalakiyan de bi ser dijmin ve meşiya. Herî dawî li Bestayê di şer de tevî 6 hevrêyên xwe yên jin bi lehengî şer kir, derb li artêşa faşîst û kontrayên xiyanetkar xist. Hevrê Leyla bi kedeke mezin her tim xwedî li armanca Kurdistana azad a Rêberê me û gelê me yê welatparêz derket, her gava xwe ji bo vê yekê avêt, ji bo azadiyê xwe feda kir. Di şexsê fermandara me ya leheng hevrê Leyla Sorxwîn û 6 hevrêyên xwe yên jin ên şehîd bûn, hemû şehîdan careke din bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û careke din soz didin ku xwedî li armanc û bibîranîna wan derkevin, tola wan hilînin."

Agahiyên li ser şehîd Leyla Sorxwîn bi vî rengî ne:

Leyla Sorwîn (Hamiyet Yalçinkaya), li Amedê jidayîk bûye, 23’ê Çileya 2023’an li Besta şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.