Gotin cihê PKK’ê lê malên gundiyan e

Çarşem 31 Çile 2024 - 02:35

KURTAY SERHED / ANF / BEHDÎNAN

Cihên li herêma Amediyê ku dewleta Tirk gotibû 'Navendên PKK'ê hatin bombekirin', eşkere bû ku mal û axurên gundiyan bûn. Dewleta Tirk bombe li cih û warê sivîlan ên li Başûrê Kurdistanê dibarîne û bi piştgiriya PDK'ê jî hewl dide gundan vala bike. Balafirên şer ên Tirk di 16'ê Çileyê de bombe li gundên Spîndarê, Mijê û Kevne Mijê yên Amediyê barandibûn. Dewleta Tirk bi daxuyaniyeke fermî gotibû, 'Bombe li navendên PKK'ê' hate barandin. Berevajî îdîa û daxuyaniya dewleta Tirk, eşkere bû ku cihên hatine bombekirin mal û axurên gundiyan e. Gundî hîn jî nikarin biçin gundê xwe. Rayedarên PDK'ê nahêlin gundî li cih û warê xwe vegerin. Dewleta Tirk di 25'ê Çileyê de li gundê Sergelê yê Amediyê çewligek, di 26'ê Çileyê de li gundê Kevne Mijê navendeke tenduristiyê bi balafirên şer bombe kir. Li gel bombardûmana giran her wiha bi tank û hawanên li herêmê êriş li ser herêmê tê kirin. Di vê navberê de eşkere bû ku rayedarên PDK'ê hişyarî dane keyayên gelek gundên li deşta navbera Amediyê û Şeladizê û ji wan xwestine ku amadekariyan bikin ji bo di demeke nêz de gund bêne valakirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.