• Tevgera Gorran bi serokê xwe yê giştî destek da banga KNK'ê ya ji bo helwêsta yekîtiya neteweyî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk. Fraksiyona parlemana Iraqê ya tevgerê jî li Bexdayê fermî bang li hikûmetê kir da ku giliyê dewleta Tirk li cem Desteya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bike ji ber sûcên şer.

Li Silêmaniyê şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) serdana Tevgera Gorran kir û Tevgera Gorran piştgiriya xwe ya ji hewldanên KNK’ê yên ji bo yekîtiya neteweyî û helwêsta li dijî dagirkeriya dewleta Tirk anî ziman. Fraksiyona Tevgera Gorranê li Bexdayê jî bi pêşengiya Yûsif Mihemed ji hikûmeta Iraqê xwest li dijî dagirkeriyê dengê xwe bike, giliyê dewleta Tirk ji ber sûcên di dema şer de bike.

Şandeya KNK’ê bi serokatiya hevseroka xwe Zeyneb Mistefa , li Silêmaniyê çû serdana Navenda Giştî ya Tevgera Gorran. Serokê Giştî yê Tevgera Gorranê, Omer Seyid Elî û rêveberên tevgerê şande pêşwazî kir.

Di hevdîtinê de mijara yekîtiya neteweyî, êriş û dagirkeriya dewleta Tirk hatin guftûgokirin.

Tevgera Gorran di civînê de ragihand ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, ew piştgiriya hewldanên KNK’ê dike. Hêjayî gotinê ye ku ji bo yekîtiya neteweyî ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ev çend roj in şandeya KNK'ê li Başûrê Kurdistanê rêzehevdîtinan dike. 

Tevgera Goran bang li Iraqê kir ku pêşiya Tirkiye bigire

Fraksiyona Tevgera Goran li Parlementoya Iraqê daxwaz ji Wezareta Karê Derve ya Iraqê kir ku bang li Sefîrê Tirk ê Iraqê bike û jê daxwaz bike ku êrîşên dagirkeriya Tirk a li herêmê dawî bike.

Gorran: Dewleta Tirk ji xaka Iraqê bikin der

Fraksiyona Tevgera Gorran li Parlementoya Iraqê bi peyamekê bang li Wezareta Karê Derve ya Iraqê kir da ku tavilê bang li Sefîrê Tirk bike ji bo rawestandina êrişên dagirkeriyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê û xaka Iraqê.

Bi pêşengiya serokê fraksiyonê, Yûsif Mihemed, komê daxuyanî da çapemeniyê. Yûsif Mihemed wekî din bi bîr xist ku talankirina daristanên li herêmên Kurdistanê li gorî pîvan û peymanên navneteweyî ji sûcên dema şer e.

Mihemed xwest hikûmeta Iraqê li Meclîsa Ewlehî û Dadgeha Navneteweyî giliyê dewleta Tirk bike da ku zext lê bê kirin û dewleta Tirk a dagirker neçar bimîne dawî li vê dagikerî û talana xwezaya Kurdistanê bîne. Wî daxwaz ji Serokayetiya Meclîsa Nûneran jî kir da ku desteyekê ava bike ji bo li asta dagirkerî û talana artêşa Tirk a li ser xaka Kurdistanê lêbikole û raporê amade bike.

SILÊMANÎ/BEXDA