Gorran dixwaze şaşiyên xwe rast bike

În 15 Cotmeh 2021 - 01:24

  • Civata Nîştimanî ya Tevgera Gorran bêyî ku zelal bike, diyar kir ku li ser mijara tevlîbûna Tevgera Gorran a li hikûmetê biryar li ser hatiye dayîn û li xwe mikûr hat ku di hilbijartinê de bi bin ketiye.

Civata Nîştimanî ya Tevgera Gorran bêyî ku zelal bike, diyar kir ku li ser mijara tevlîbûna Tevgera Gorran a li hikûmetê biryar li ser hatiye dayîn û li xwe mikûr hat ku di hilbijartinê de bi bin ketiye.

Civata Nîştimanî ya Tevgera Gorran pêr êvarê civîneke awarte li dar xist. Piştî civînê daxuyanî da. Civata Nîştimanî ya Tevgera Gorran eşkere kir ku rêveberê giştî û endamên Konseya Rêveber dest ji kar kişandine û destnîşan kir ku berpirsyartiya siyasî heta avakirina desteyeke demkî ya ji bo birêvebirina tevgerê û amadekariyên konferansa nîştimanî li ser milê xwe digire.

Di daxuyaniyê de tê gotin, li ser stratejiya temelê qonaxa nû ya xebata siyasî, dîplomasî, rêxistinî, medyayî, gotara siyasî û tevlîbûna Gorran a li hikûmetê biryar li ser hatiye dayîn.

Civata Nîştimanî ya Tevgera Gorran destnîşan kir ku ew ê civînên berfireh li gel gorranxwazan bikin û got: “Rast e, Tevgera Gorran bi awayekî giştî winda kiriye, lê em gorranxwazan hemûyan piştrast dikin ku em ê şaşiyên xwe rast bikin û îradeya xwe di ber çav re derbas bikin, reform û guhertina xelke Kurdistanê wê bi ser bikeve.” 

SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.