Goristana gerîlayan hatiye rûxandin

Çarşem 30 Tîrmeh 2025 - 03:32

Goristana endamên PKKê ya li Herêma Feraşînê hatiye rûxandin. Li gorî çavkaniyên herême zêdetirî 80 goran li goristanê hebûn e lê li gorî dîmenan ev qas gor xuya nakin.

Li herêma Şirnexê 5 goristanên ku cenazeyên endamên HPG û YJA-Starê tê de ne di salên 2012-2015'an hatin avakirin û bi sedan cenazeyên endamên HPG û YJA-Starê lê hatibûn veşartin. Ev goristan yek li nêzî gundê Spîndarokê yê di nava Çiyayê Cûdî de, yek nêzî gundê Basret yê di nava Çiyayê Gabarê de, yek nêzî gundê Xirbikê Bestê yê li Herêma Besta, yek Herêma Meydana Kolya ya Çiyayê Kato Jîrka û yek jî nêzî gundê Hindirûnis yê li Herêma Feraşînê hatine avakirin. Piştî sala 2016'an hêzên artêşa tirk û cerdevanên herêmê ev goristan kirin hedefa xwe û bi tank û topan, bi makîneyên kar rûxandin.

Li hember goristanê, qaleqol

Yek ji goristanên hatine rûxandin jî goristana li gundê Hindirûnis yê Herêma Feraşînê ya navçeya Elkê ya Şirnexê ye. Ev goristan di salên 2012-2013'an de hat avakirin û weke Şehîdgeha Ş. Memed Goyî (Mehmet Kaplan) û Ş. Rojîn Gewda (Sureyya Aslan) hat binavkirin. Goristan li deşta gundê Hindirûnisê hatiye avakirin û niha ji ber qeleqola li hember goristanê hatiye avakirin tu kes nikare serdana goristanê bike. Ajansa Welat tevî hemû aloziya ewlehiya li herêmê jî xwe gihand ser goristana Feraşînê û dîmenên rûxandina goristanê tomar kir.

Goristan sala 2017'an de ji aliyê cerdevan û leşkerên artêşa Tirk ve hatiye rûxandin. Avahiyên weke mizgeft, mêvangeh û avdestxane bi bombeyan hatine hilweşandin û gorên endamên HPGê û YJA-Starê hatine texrîbkirin. Her wiha ji ber ku kêlên nasnavên endamên HPGê û YJA-Starê li ser in hatine şikandin nayê zanîn gor ên kîjan endamên HPGê û YJA-Starê ne.

Li gorî çavkaniyên herêmê beriya ku goristan were rûxandin, herî kêm 80 gorên endamên HPGê û YJA-Starê di goristanê de bûn û di dîmenên Ajansa Welat kişandin de 80 gor xuya nakin. Her wiha li gor dîmenan û çavdêriyên li herêmê 48 gor di goristanê de xuya dikin. Ji ber ku herêma goristan lê ye ji aliyê leşkeran ve tê şopandin tu kes nikare bikeve nava goristanê û hejmarek zelal a gorên di goristanê de derxe holê.

AW/ŞIRNEX/NEDÎM ORÛÇ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.