Goristan jî tên şelandin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 25 Hezîran 2024 - 00:27

Di 24’ê Nîsana 1915’an de ji aliyê rêxistina Teşkîlat-i Mahsusa ya Cemaata Îttîhat û Terakkî ve, 250 siyasetmedar û ermenî bi zor ji malên xwe hatin girtin, surgunkirin û qetilkirin. Ev dîrok wek roja destpêka qirkirina Ermeniyan tê zanîn. Gelê Ermenî, ji ser axa xwe hat surgunkirin û bi komkujiyên mezin re rû bi rû bûn. Ermeniyên ku bi komkujiya mijara gotinê hatin qirkirin, hewl hat dayîn hemû şopên wan bên paqijkirin. Goristan û dêrên ji wan mane jî niha ji aliyê zêrîngeran ve tên talankirin. Yek ji van jî  goristana Ermeniyan ya li gundê Velîbaba ya Xoresana Erziromê  ye. Li gund ewil Kurdên weke derwêş dihatin binavkirin dijiyan. Bi hatina Tîmur a Rojhilata Navîn, qirkirin dest pê dike û derwêşên Kurd tên tên qetilkirin. Piştî qetilkirina derwêşan di salên 1600’î de Ermenî li gund bi cih dibin. Di 1915’an de bi qirkirina Ermeniyan re Ermeniyên li wir ji gund tên surgunkirin û aqûbeta wan jî nayê zanîn. Piştî Ermeniyan tenê goristanên aîdê wan man. Ev gor niha di hedefa AKP’ê û zêrîngeran de ne. Di heman demê de hinek gundiyan li qada ku goristan lê ne xaniyên nû çêkirine. Xelkê li gund dijîn, vê rewşê qebûl nakin û dixwazin goristan bikevin bin parastinê.

JINNEWS/ERZIROM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.