Qirkirina Ermenan

În 25 Nîsan 2025 - 02:45

Qirkirina Ermenan û komkujiyên Sêfo wek bîranîneke biêş di rûpelên dîroka gelên xiristiyan ên li Rojhilata Navîn de cih digirin. 

Di 24’ê Nîsana her salê de, Ermen û Suryan-Asûr-Keldan salvegera qirkirina xiristiyanan ku desthilata Osmanî di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de pêk aniye, bi bîr tînin. Osmaniyan di wî şerî de zêdetirî milyonek û nîv Ermen qetil kirin, bi sed hezaran Suryan-Asûr-Keldan koçber kirin û gelê Ermen ku li ser axa xwe bû, li tevahî cîhanê belav kir û kirin kêmnetewe.

24’ê Nîsanê wek roja Qirkirina Ermenan hat diyarkirin, ji ber ku di 1915’an de nêzî 250 rewşenbîrên Ermen li Stenbolê hatin girtin û ew yek bû destpêkirina pêkanîna plana qirkirinê li dijî wî gelî û di heman demê de sûcên talankirin, şewitandin, koçberkirin û tecawizkirinê pêk hatin.

Qirkirina komî ku desthilatên Osmanî li dijî Ermen û Suryan-Asûr-Keldanan pêk aniye, ne bûyereke ketober an jî encama şerekî bû, lê kiryareke birêxistinkirî û plankirî bi çavdêriya Dewleta Osmanî bû û di heman demê de li gel bêdengiya navneteweyî pêk hat. Ev trajedî ji hêla şahid, dîplomat û dîroknasan ve hate belgekirin.

Di dawiya sedsala 19’an de, bi taybet di navbera 1894-1896’an de dema Ermenan banga reformên siyasî û mafên destûrî kir, dest bi qonaxa yekemîn a komkujiyan bû. Sultan Ebdulhamîdê Duyemîn artêşa xwe berda ku komkujiyan pêk bîne û dûre ew komkujî bi "Komkujiyên Hemîdiyê" hatin naskirin.

Li gorî daneyên ku mîsyonerê Alman Johann Lepsius dane, di wan salan de nêzî 88 hezar û 243 Ermen hatin qetilkirin, 546 hezar kes jî hatin birîndarkirin. Her wiha 2 hezar 493 gund hatin talankirin û xelkê 456 gundan bi zorê kirin misilman, li kêleka wê jî 649 dêr hatin hilweşandin, 328 heb jî kirin mizgeft.

Yek ji hovanetirîn komkujiyan li Rihayê bû, li wir 2 hezar û 500 jinên Ermeî di dêrekê de hatin şewitandin. Piştre hejmara qurbaniyan hat diyarkirin ku zêdetirî 300 hezar qurbanî ne. 

Di 1915’an de, dema desthilatdarên Osmanî dest bi plana xwe ya mezin a qirkirina Ermen û Suryan-Asûr-Keldanên xiristiyanên kir, trejedî gihaşt lûtkeya xwe.

Piştî ragihandina Şerê Cîhanê yê Yekemîn, Dewleta Osmanî li kêleka Almanyayê xwe dît ku di gelek eniyên şer de beşdar e. Li eniya Rûsya-Îranê, Osmaniyan binpêkirinên mezin li dijî Ermenan kirin. Heta Nîsana 1915’an, 5 hezar gundên Ermenan hatin talankirin, nêzî 27 hezar Ermen, gelek Suryan-Keldan hatin qetilkirin.

Qirkirina Ermenan û komkujiyên Sêfo ne tenê sûcek li dijî gelên Xiristiyan bûn, lê li dijî tevahî mirovahiyê sûc bûn û ew bibîrxistineke tirs e ku bêdengiya li ser sûcan û paşguhkirina xweparastinê derî li pêş dubarebûna karesatan vedike.

ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.