Google qedrê Soranî girt!

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 12 Gulan 2022 - 21:45

  • Di nava 24 zimanan de yên ku Google li ser serwîsa xwe ya wergerê Google Translate zêde kir de êdî zaravayê Kurdî Soranî jî heye.

Di nava 24 zimanan de yên ku Google li ser serwîsa xwe ya wergerê Google Translate zêde kir de êdî zaravayê Kurdî Soranî jî heye.

Google 24 zimanên din li serwîsa xwe ya wergerê zêde kir. Di nava van 24 zimanan de Soranî jî heye. Hejmara giştî ya zimanên ku niha ji bo xizmeta wergerê ya Google têne bikaranîn 133 ye.

Google diyar kir ku armanca wan a vê xebatê ew e ku mirovên ji çar aliyên cîhanê karibin têkiliyê bi hev re deynin, wan 24 zimanên din li sîstema xwe zêde kirine û destnîşan kir ku di demeke nêzîk de dê zaravayayê Soranî ji bikarhêneran re çalak bike.

Zimanên din ên li sîstemê hatine zêdekirin jî ev in: Esamîs, Eymara, Bambara, Bihucpurî, Dihîwhî, Dogirî, Îwî, Kiwaranî, Îlukanu, Kunkanî, Kirîw, Kurdî (Soranî) Lîngala, Luganda, Mayşilî, Manî Purî, Mîzu, Urumu, Quçwa, Saniskirêt, Spîdî, Tîgrînî, Tsonga û Tuyî.

Google ev 2 sal bûn li ser zaravayê Soranî kar dikir, lê hîna nû doh bi fermî ragihand ku li lîsteya wergerê zêde kiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.