Ji ber guherîna avhewayê ya du sed salên dawî, li Swîsreyê zêdeyî 1000 golên nû çêbû. Vê yekê dîmenê çiyayên Alpê yên Swîsreyê guhert.
Li gorî envantera berfireh a golên qeşayî yên Swîsreyê, ji sala 1850’î û vir ve nêzî 1200 golên nû çêbûn. Ji van golan 1000 jê hîn jî hene.
Li gorî lêkolîna Teknolojî, Zanistiya Avê ya Federal a Swîsreyê, bi helîna qadên qeşayî bendên xwezayî ava xwe berdan û di encamê de jî golên nû çêbû.
Berpirsyarê tîma lêkolînê ya Teknolojî, Zanistiya Avê ya Federal a Swîsreyê Daniel Odermatt li ser karê xwe daxuyanî da û got, ”Zêdebûna hejmarê û leza çêbûna golan em matmayî hişt.”
Lêkolîner diyar kir ku ji destpêka vê lêkolînê ve wan giranî daye ser çend sed golan û got, ji van golan 180 jê di nava deh salên dawî de li lîsteyê hatin bicihkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN