Rojnamevan Abdurrahman Gok di Newroza 2017’an a Amedê de kêliya ku polêsê Tirk ê dagirker Kemal Kurkut qetil kir, wêne girtibûn. Bi Kemal Kokut re tişt nebû û polêsan ji xwe t-shirtê wî jî jê kiribû. Ji ber ku Gok ev wêne girtin, bi îdîaya “endamê rêxistinê ye” û “propaganda rêxistinê kiriye” doz lê hatibû vekirin. Dozgerî heta bi 20 salan cezayê hepsê jê re dixwaze. Yanî dewleta Tirk, girtina wêneyên sûcekî jî vediguherîne sûcekî.

Axir rûniştina duyemîn a dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bi rê ve çû. Gok û parêzerên wî Resûl Tamûr û Mehmet Emîn Aktar li tevlî rûniştinê bûn. eywana danişînê amade bûn. Gelek rojnamevanan û Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê, Dîcle Muftuoglû jî doz şopandin. 

Şahid ne ti şahid e

Şahidê veşartî “Sabir” îdîa dike ku Kemal Kurkut endamê rêxistinê ye û Abdurrahman Gok jî li ser fermana Qendîlê wêne girtine. Gok îdîa red kirin: “Ev îdîayên wî derew in. Şahid dizane ez rojnamevan im û ji fakulteya ragihandinê mezûn bûme. Ev agahî ne veşartî ne. Her kesê ku bixwaze dikare xwe li ser înternetê bigihîniyê. Li gorî îfadeyên şahidê veşartî, min li ser fermanê wêneyên Kemal Kurkut girtine. Mirov dibêje qey, min û polîsê Kemal kuştiye li hev kiriye. Tiştên ku şahidê veşartî dibêje, ne rast in.”

Doza dijminatiyê ye

Parêzerê Gok, Mehmet Emîn Aktar jî got, divê îfadeyên şahidê veşartî esas neyên girtin û miwekîlê wî ji ber pîşeyê xwe wêneyê kuştina Kemal Kurkut girtine û ji ber vê yekê tê dadgehkirin. Wî got, “Ev doz doza dijminatiyê ye.”

Heyeta dadgehê, daxwaza dozgeriyê ya ji bo amadekirina mutala û biryarê qebûl kir û ji bo amadekirina mutalayê rûniştin heta bi 30’yê Îlonê paş ve xist.

AMED