‘Gogercîna Perbiçîn’ derçû

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 29 Kanûn 2021 - 22:03

  • Weşanxaneya Sîtavê romaneke nû a bi navê “Gogercîna Perbiçîn” ku Mehmet Oncu nivîsandiye, çap kir.

Weşanxaneya Sîtavê romaneke nû a bi navê “Gogercîna Perbiçîn” ku Mehmet Oncu nivîsandiye, çap kir. Mehmet Oncu ê ku bi lêkolîn û xebatên xwe yên li ser folklorê tê naskirin, vê carê berê xwîneran dide nav romenekê û tê de behsa jiyana keçeke Kurd dike.

Weşanxaneya Sîtavê wiha behsa romanê dike;

“Nivîskar romana xwe li ser jiyana keçeke Kurd ku li Ewrûpa hatîye dinyayê û hay ji Kurdbûn û miletê xwe tine ye. Keça ku dibe bijîşk û di nava bijîşkên sînornenas de cih digire û li Efrîqayê xizmeta tenduristîyê dike ji bo Efrîqîyan. Li Efrîqayê bi rêya bijîşkekî Kûbayî hay ji Kurdbûna xwe û miletê xwe dibe. Li ser vê yeke dikeve pey xwenaskirina xwe û doza miletê xwe. Jiyaneke tijî têkoşîn, berxwedan û mînakeke ji cewhera jina Kurd ya têkoşer.”  

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.