Li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyê polîtîkaya rehîngirtina girtiyên nexweş didome. Dewleta Tirk weke li her qadê, li qada girtîgehan jî li ber girtiyên siyasî yên Kurd hiqûq betal kiriye û bi çavsoriyê nêzîkatiyê li girtiyên Kur dike. Girtiyên siyasî yên Kurd li gel ku bi nexweşiyên xwe nikarin li girtîgehan bêne girtin jî dewleta Tirk wan bernade û wan bi hêviya mirinê ve dihêle, ku heta niha gelek girtiyên siyasî yên Kurd ji ber vê nêzîkatiya bi çavsorî li girtîgehan şehîd bûne.
Yek ji van girtiyên ku tevî nexweşiyên xwe nayê berdan jî Yildirim Demîr ê 61 salî ye. Demîr, li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Boluyê tê ragirtin. Demîr, di 28’ê îlona 1996’an de li Mêrsînê hate girtin û bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbetê lê hate birîn. Demîr, 28 sal in girtî ye û nexweşê prostatê ye. Her wiha Demîr baş nabîne û gelek caran xwîn ji mîdeyê wî tê.
Nayê tedawîkirin
Keça Demîr, Rojgul Ozdemîr bal kişand ser pirsgirêkên tenduristiyê yên bavê xwe û wiha got: “Rûviyên wî bipirsgirêk in. Bi vîrikan dikeve, vedireşe, prostata wî heye, xwin ji mîdeyê wî tê û pirsgirêkên wî yên cidî yên pişikê hene. Çavekî wî ji sedî 90 nabîne û yê din jî ji sedî 40. Nikare ji xizmetên pêwîst ên tenduristiyê sûd bigire û dermanên wî nayên dayin. Bi keyfî sewqên wî yên ji bo nexweşxaneyê tên astengkirin. Di nava hefteya dawî de 3 caran birin beşa lezgîn a nexweşxaneyê. Lê dîsa jî nekarîne xwîna bavê min bidin sekinandin. Tevî vê jî sewqî beşa dahîliyeyê ya pêwîst nehatiye kirin.”
Tecrîd li ser me tê ferzkirin
Ozdemîr, bal kişand ser tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din û ev tişt anî ziman: “Heke em malbatên girtiyan dengê xwe bilind bikin, wê bikarin rê li ber mudaxileyên keyfî bigirin. Ev tecrîd ne tenê li ser Abdullah Ocalan, li me tevan tê ferzkirin.”
Dema ku helwest kêm be tecrîd giran dibe
Kurê Demîr, Mehmet Demîr jî got ku girtî di nava tecrîdê de tecrîdê dijîn. Demîr, axaftina xwe wiha qedand: “Ev ji rewşa giştî ne cuda ye. Girêdana xwe bi polîtîkaya tecrîdê heye. Dema bertekên me kêm bin, tecrîd jî girantir dibe. Giranbûna tecrîdê tê wateya êrişa li dijî girtiyan, ziman, çanda û hemû nirxên me yên civakî. Lewma divê raya giştî bihestiyar tevbigere. Ne tenê ya bavê min, astengkirina tedawiya hemû girtiyên nexweş polîtîkaya dewletê ye. Banga min ji bo hemû rêxistinên civaka sivîl ew e ku li dijî tecrîd, derhiqûqtî û bêedaletiyê, xwedî li girtiyan derkevin.”
MA/MÊRSÎN