Girtiyên nexweş di hucreya yekkesî de ne

În 9 Tebax 2024 - 01:10

Hatîce Çaglar, diya Osman Çaglar ê girtî diyar kir piştî ku kurê wê hatiye girtin,ji ber êşkenceya ku lê hatî kirin gelek nexweşî lê peyda bûne, li gel nexweşiyan jî kurê wê nayê tedawîkirin û got ew bixwe jî nexweş û pîr in, nikarin biçin serdana zarên xwe û xwest ku girtiyên nexweş bêne berdan.

Osman Çaglar sala 2019’an bi îdîaya li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi hinceta ‘’xirakirina yekîtiya dewletê û hewldana kuştina 14 polîsan’’ 2 caran cezayê giran ê miebetê lê hate birîn.

Hatîce Çaglar, dayika Osman Çaglar li navçeya Hezexê ya bi ser Şirnexê ve dijî, diyar kir ku nexweşiyên kurê wê di girtîgehê de her ku diçe girantir dibin û xwest tedawiya kurê wê bê kirin. 

 Ji ber êşkencê nedihate naskirin

Hatîce Çaglar anî zimên kurê wê hê 20 salî hatiye girtin, dema destgîrkirinê gelekî êşkence lê kurê wê kirine û got,’’ Em bi rojan li kurê min geriyan. Me nizanibû ku hatiye binçavkirin. Piştre em hîn bûn ku wî xistine îşkenceyê. Ji ber îşkenceyê nedihat naskirin. Çavekî wî tije xwîn bûbû. Serê wî werimî bû. Ew di rewşeke pir xerab de bû. Piştre hat girtin.’’ 

Piştî hate girtin nexweşî lê peyda bûn

Çaglar diyar kir ku herî dawî di Cejna Qurbanê de serdana kurê xwe kiriye û ev tişt got: “Kurê min tevî nexweşiyên xwe jî nayê dermankirin. Nexweşiya wî ya dil heye. Ji ber îşkenceya ku lê hatiye kirin nexweşiya îdrarê lê peyda bûye. Beriya girtîgehê tu nexweşiyên wî tune bûn. Di girtîgehê de nexweş ket. Ne ava vexwarinê ya paqij û ne jî ava ku mirov serê xwe pê bişo tune ye. Ava wan qirêj e. Ava vexwerinê ji derva dikire. Ji ber ava şêlo nikarê serê xwe jî bişo."

 Em pîr û nexweş in, nikarin biçin serdanê

Çaglar bal kişand ser dûrbûna rê û got ku ew di vê rewşa xwe ya nexweş de di çûn û hatinê de zehmetiyan dikişînin. Çaglar axaftina xwe wiha domand: "Ji bo çûyînê 6 saet û ji bo hatinê jî 6 saet bi tevahî 12 saetên me di rê de derbas dibin.  Ez 4 caran emeliyat bûm e. Her ku ez diçim û vedigerim, ez nexweş dikevim. Em pîr û nexweş in, em nikarin ewqas dûr biçin. Ji bo sewqî girtîgeheke nêzîktir bikin me gelek caran serlêdan kir, lê serlêdanên me bêbersiv man. Ji me re gelek zahmetiyan derdixînin. Hevdîtin jî pir zû diqede." 

Kurê min nayê dermankirin

Çaglar destnîşan kir ku kurê ji ber nayê dermankirin nexweşiyên wî roj bi roj girantir dibin û ev daxwaz kir:" Heke neyê dermankirin belkî rojekê xebera mirina wî ji me re bê. Jixwe li wir bikujin jî haya kesî jê çênabe. Daxwaza me ew e ku kurê min bê berdan û em li derva tedawiya wî bikin. Daxwaza me ew e ku hemû girtiyên nexweş bên berdan. Em naxwazin cenazeyên wan ji girtîgehan derbikevin."

 MA/MAHMUT ALTINTAŞ/ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.