- Doh doza çalakvan û rojnamevanên Behdînanê li dadgeha duyemîn a tawanê ya Hewlêrê birêve çû.
Doh doza çalakvan û rojnamevanên Behdînanê li dadgeha duyemîn a tawanê ya Hewlêrê birêve çû. Dadgehê cezayê salekî girtîgehê da Silêman Kemal, Silêman Mûsa, Firsed Ehmed û Cemal Xelîl. Amir Xalid jî piştî salek di girtîgehê de hate hiştin,ti belgeyeke sûc li ser nehate tespîtkirin û serbest hate berdan. Her wiha pêr jî mamosta Bedel Berwarî ku ev zêdetirî salekê bû hatibû girtin, hate berdan.
Ti tiştek nedîtin ku ceza bikin!
Rûniştina 5 çalakvan û welatiyên din ên ji doza Behdînanê tê darizandin Silêman Kemal, Silêman Mûsa, Firsed Ehmed, Cemal Xelîl û Amir Xalid doh birêve çû. Girtiyên Behdînanê yên bi tohmeta gef li ewlekariya Herêma Kurdistanê dixwin, saleke di girtîgehê de tên girtin.
Li gorî biryara rûniştina doh ya dadgeha duyemîn ya Hewlêrê Amir Xalid ku saleke di girtîgehê de tê girtin, ti belgeyeke sûc li ser ne hatiye tespîkirin, ji ber vê biryara derketina wî ji girtîgehê hate dayîn.
Salekî ceza dan
Dadgeh di heman rûniştinê de cezayê salekî girtîgehê li Silêman Kemal, Silêman Mûsa, Firsed Ehmed, Cemal Xelîl birrî. Lê ji ber her çar girtî salekî xwe di girtîgehê de temamkirine divê ji girtîgehê derbikevin.
Yek ji parêzerên girtiyên doza Behdînanê Beşdar Hesen têkildarî biryara dadgeha Hewlêrê daxuyaniya çapemeniyê da û got:
“Berê niha girtî bi tohmeta têkdana ewlekariya herêmê û sîxûriyê hatin darizandin. Lê dadger di dosyayê de guhertin kir. Çar girtî jî ji ber saleke di girtîgehê de ne, cezayê xwe temam kirine, ji ber vê wê ji girtîgehê derbikevin.”
Endamê Tîma CPT-Iraq Kameran Osman jî diyar kir dadgeha Hewlêrê li gorî yasaya cezayê ya hejmara 56 ya Iraqê cezayê salekî yê girtîgehê li çar girtiyan birriye.
Mamosta Bedel Berwerî hate berdan
Mamosta Bedel Berwarî jî ku ev zêdetirî salekê bû hatibû girtin, pêr hate berdan. Kurê Mamosta Bedel Berwarî, Arî Bedel ji Rojnews’ê re diyar kir ku êvarî piştî ku karên yasayî yê bavê wî Bedel Berwarî hatin temam kirin hate berdan. Arî Bedel eşkere kir ku dîroka bavê wî hatî binçavkirin, bi şaşî hatibû tomarkirin, piştî ku parêzeran rast kir hate berdan.
Girtiyên Behdînanê hejmara wan nêzî sed kese û 14 meh in di girtîgehê de tên girtin.
NAVENDA NÛÇEYAN