Desteya Xaniman ya Nerazî li bajarê Silêmaniyê dijî li gendelî û rewşa xirab ya jiyana xelkê çalakiyek nerazîbûnê li dar xist. Desteyê xwest mûçeyê karmendan bi awayekî asayî were dayîn û bang kir ku kesên li Herêma Behdînanê hatine girtin bêne berdan.

Desteya Xaniman ya Nerazî li ber derê Baxê Giştî yê bajarê Silêmaniyê, li dijî sîstema hikumraniya Herêma Kurdistanê, gendelî û rewşa xirab ya jiyana xelkê çalakiyek nerazîbûnê kir. Li ser navê jinan Siruşt Hewar daxuyaniyek xwend û got; “Jiyana xelkê di rewşeke xirab de ye û hikumet jî ji bo başkirinê hîç hewl nade. Birsîkirina xelkê ji aliyê hikumetê ve dewam dike, ji bo vê wek Xanimên Nerazî em dengê xwe li dijî zilm û zordariyê bilind dikin. Divê demek berî demekê xwepêşandarên hatine girtin hemû bêne azad kirin. Her ku diçe bêrêziya li hemberî mamostayan zêde dibe, beşa perwerdeyê jî ji holê radibe. Ji bo vê divê hikumet mûçeyê mamosta û karmendan bide. Pêwîst e ku hemû mamosta û çalakvanên li Herêma Behdînanê hatine girtin, werin berdan. Em ê çalakiyên xwe bi awayekî sivîl dewam bikin.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ