Girtiyê nexweş tedawî nakin

În 12 Tîrmeh 2024 - 00:11

MAHMUT ALTINTAŞ / MA / ŞIRNEX

Dîlber Bayar, Hevjînê girtiyê nexweş anî zimên bêyî ku delîl hebin hevjînê wê hatiye girtin û 42 sal cezayê hepsê lê hatibû birîn ji aliyê dadgeha bilind ve hatiye qebûlkirin û got, "Piştî qebûlkirina cezayê hevjînê min hat qebûlkirin, ew xistin hûcreya yek kesî. Tevî nexweşiya wî ya çav û piştê heye jî tedawiya wî nayê kirin." 

Girtî Yaşar Bayar (37) ê ku di sala 2015'an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê di dema şerê xwerêveberiyê de hat destgîrkirin û girtin, piştî ku 3 mehan li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê tê ragirtin piştre sirgûnî Girtîgeha Tîpa L ya Espiye ya Gîresûnê tê kirin. Dadgeha Şirnexê 42 sal cezayê hepsê li Bayar birî. Ev ceza ji  aliyê Dadgeha Bilind ve hat qebûlkirin û piştî erêkirina cezayê ew xistin hûcreya yek kesî. 

Nayê tedawîkirin 

Bayar anî ziman tedawiya hevjînê wê ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve tê astengkirin û wiha got: “Di çavê hevjîna min de pirsgirêk heye. Çavê wî kêm dibînin. Her wiha pişta wî jî diêşê lê tevî vê yekê jî tedawiya wî nayê kirin.15 rojan carekê telefonî malbatê dike. Ji ber ku tedawiya wî nayê kirin, ew nizane çi dermanan vexwe û ji ber nebûna dermanan nexweşiyên wî girantir dibin."

Em zehmetiyan dikişînin

Bayar diyar kir ji ber ku hevjîna wê li cihekî dûr tê ragirtin nikarin biçin hevdîtinê û wiha berdewam kir: "Bi vê yekê weke malbat em jî tên cezakirin. Dema ku em diçin hevdîtinê em gelek zehmetiyan dikişînin. Hem ji ber mesrefên çûnehatê û hem jî ji ber mesafeya dûr gelek pirsgirêk hene. Rewşa me ya aborî ne baş e. 

Malbatan ceza dikin

Bayar bertek nîşanî 42 sal cezayê ku li hevjîna we hatiye birîn da û wiha pêde çû: "Tevî delîl û şahîd tune ne jî 42 sal cezayê hepsê danê. Ji ber ku cezayê îdamê tune ye mirovan îdam nakin. Lê bi van cezayên giran cezayê mirinê didin. Ev ceza li dijî girtiyan û malbatên wan neheqiyeke mezin e. Li ser girtiyan zextên giran hene. Ev jî bandoreke pir xerab li malbatan dike. Malbat jî tên cezakirin. 

Banga xwedîderketinê 

Bayar di dawiya axaftina xwe de bang li raya giştî û rêxistinên mafên mirovan kir ku xwedî li girtiyan derkevin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.