Girtiyê nexweş Poyraz di hicreya yekkesî de ye

Duşem 22 Tîrmeh 2024 - 01:15

Onder Poyraz ku di nav lîsteya girtiyên bi nexweşiya giran a IHD’ê de cih  digire, li gel rapora wî ya sedî 50’î astengdariyê heye jî, di hicreya yekkesî de tê girtin. Hevjîna Poyraz Firdevs Poyraz got hevjînê wî nema dikare desstê xwe jî bi kar bîne, bi tena serê xwe nikare lêzimiyên xwe bi cih bîne û xwest ku were berdan.

Girtiyê nexweş Onder Poyraz ê ku tevî rapora wî ya ji sedî 50’î ya astengdariyê heye jî nayê berdan û di hûcreya yek kesî de tê ragirtin. Hevjîna wî Firdevs Poyraz got hevjînê wê nikare di van şert û mercan de li girtîgehê bimînê û xwest ku demildest bê berdan.  

Onder Poyraz ku dema Berxwedana Xwerêveberiyê 14’ê Kanûna 2015’an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hatibû bi birîndarî hatibû girtin, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “xerakirina yekitî û tevpariya dewletê” du caran cezayê muebedê yê girankirî lê hat birîn. Poyraz ê ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2'an a Dumlû ya Erziromê tê girtin, di sala 2015'an de ji ber guleya ku li bedena wî ketibû di pişta wî de platîn heye. Poyraz ku bi yek gurçikekê jiyana xwe berdewam dike destê wî yê rastê jî felç bûye.  

Poyraz nikare lêzimiyên xwe bi cih bîne

Rewşa tenduristiya Poyraz di girtîgehê de ber bi xetereyê ve diçe. Poyraz herî dawî jî ji ber fitiqa ku di stûyê wî de peyda bûbû, emeliyat bûye. Her çend bijîşk gotibe ku ji ber nexweşiya wî divê ku nivîna ortopedik bikar bîne jî, ev daxwaza wî pêk nayê û li ser cihê ku dirazê jî rewşa wî ber bi xetereyê ve diçe. Tevî ku nexweşxaneyê rapora ji sedî 50’î ya astengdariyê daye Poyraz jî di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Poyraz ku nikare di hucreya yek kesî de pêdiviyên xwe bi tenê serê xwe pêk bîne di heman demê de di nava lîsteya girtiyên nexweşên giran a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) de jî cih digire. Hevjîna Poyraz, Fîrdevs Poyraz anî ziman ku hevjînê wê di şert û mercên girtîgehê de nikare baş bibe û ji bo tedawiya hevjînê wê bê kirin xwest demildest bê berdan.  

Tenê destekî dikare bişixulîne

Poyraz anî ziman ku herî dawî di Cejna Remezanê de çûye serdana hevjînê xwe û wiha got: “Destê xwe yê rastê êdî nikare bibe û bîne. Tenê dikare destekî xwe bi bişixûlîne. Min rewşa wî dît ez jî pir xemgîn bûm. Destê wî werimî bû. Di vê rewşê de nikare di hucreya yek kesî de bimîne. Nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe dabîn bike. Jixwe ji ber fitiqa stû emeliyat jî bû. Di nexweşxaneyê de bijîşk rapora ji sedî 50'î astengdariyê daye wî. Bijîşkan jê re gotiye ku nivînek ortopedîk bikire. Heya ku nivînek ortopedîk neyê kirîn, ew ê bi tevahî di nav nivînan de bimîne. Bihayê wê 15 hezar TL ye. Ji ber ku rewşa me ya aborî ne baş e, em nikarin vê nivîna ortopedik jî bikirin."

 MA/MAHMUT ALTINTAŞ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.