Girtiyê li ber mirinê bernadin

Şemî 27 Tîrmeh 2024 - 02:15

Fevzî Arslan ku ji ber êşkenceyê xwîn çûye ser mêjî û doktor gotî bi vî halî nikare 2 salan bijî nayê berdan. Parêzerê Arslan got,’’ Fevzî niha li girtîgehê di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Ne di wê rewşê de ye ku pêdiviyên xwe bi cih bîne’’ û xwest ku miwekîlê wî were berdan.

Fevzî Arslan (55) li gel du birayên xwe sala  û 2 kesên din jî 18’ê Cotmeha 2012’an li Pirsûsê hatin bi îdîaya ‘suîkastê’ ya li parlamentere berê yê AKP’yî Ibrahîm Yildiz hatin destgîrkirin û dadgeha dagirker a Tİrk jî bi îdîaya ‘’xirakirina yekîtî û yekparebûna dewletê, kuştina plankirî’’ 3 caran cezayê hepsê yê heta hetayê li Fevzî Aslan û 2 kesên din birî.

Dema pêvajoya darizandinê berdewam dikir, Fevzî Arslan di 6’ê hezîrana 2024’an de bi giliyê ser êşanê rakirin nexweşxaneyê û destpêka helîna mejî lê hate tespîtkirin. Parêzerê Arslan, teşhîsa têkildarî muwekîlê xwe li nexweşxaneyeke taybet bi bijîjkekî pispor da pirsîn.

Arslan ê li Girtîgeha Tîpa Y a Sûlûca ya Edeneyê di hucreya yek kesî de tê ragirtin û di lîsteya girtiyên nexweşên giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire, ji ber nexweşiyê pirsgirêkên weke ji bîr kirinê û şiyarnebûnê dijî. 

Ser dosyayê hate girtin 

Parêzerê Arslan, Eyup Sabrî Tînaş, destnîşan kir ku divê muwekîlê wî demildest li nexweşxaneyeke baş were emeliyatkirin. Tînaş, bal kişand ku cezayên dadgehê birîne li dijî hiqûqê ne û da zanîn ku ji bo darizandineke nû dê serî li dadgehê bidin. Tînaş got,’’Me gelek caran serlêdan kirin ku muwekîlên min sewqî nexweşxaneyê bên kirin û rapor bên wergirtin. Lê daxwaza me nehate qebûlkirin. Serlêdana me ya ji bo sûc jî bi neşopandinê encam girt. Bêyî ku lêpirsîneke bi bandor bê kirin dosya hate girtin.” 

 Dadgehê êşkence nedît

Tînaş, diyar kir ku îşkenceya dema destgîrkirinê di raporên ATK’ê de jî cih girtin lê dadgehê ev rewş li ber çavan negirt û wiha berdewam kir: “Îstînaf bêyî ku lêkolîn bike ji esasê red kir. Dadgeha Bilind jî tenê ji ber sûcekê biryara xerakirina ceza da û cezayên din ên giran ên ji sûcdariyên din hatibûn dayîn pejirandin. Ji ber îfadeyên di bin îşkenceyê de hatine dayîn 3 caran cezayê muebeda girankirî hate dayîn.”

 Xwîn çûye ser mêjî

Tînaş, bal kişand ku Fevzî Arslan girtiyê nexweşê giran e û ev tişt gotin: “Bi ser îşkenceyê re 6 sal derbas bûn û li ser giliyê tomografiyê mejî hate kişandin. Ji ber ku Fewzî êdî tiştên ku gotibûn ji bîr dikir. Me encamên wê li nexweşxaneyeke taybet nîşanî bijîjkekî pispor dan. Ji ber îşkenceyê beriya 6 salan xwîn çûye ser mejiyê wî. Ji bo mudaxile li xwîna çûye ser mejiyê wî nehatiye kirin, xwîn hişk bûye û niha dibe sedemê helîna mejiyê wî.”

Divê were berdan 

Tînaş, da zanîn ku bijîjkî ji wan re gotiye ‘bi vî awayî nikare berdewam bike’ û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bijîjk ji me re got ku heke bi vî awayî li girtîgehê bê ragirtin herî zêde dê 2 salên din bijî. Fevzî niha li girtîgehê di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Ne di wê rewşê de ye ku pêdiviyên xwe bi cih bîne’’ û xwest ku Arslan were berdan. 

MA/EMRULLAH ACAR/RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.