• Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê li dijî binpêkirina mafan a li hepsan helwêst nîşan da û xwest ku gritiyên nexweş demildest werin berdan.

Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê li dijî binpêkirina mafan a li hepsan helwêst nîşan da û xwest ku gritiyên nexweş demildest werin berdan.

Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê bi daxuyaniyekê bal bire ser binpêkirina mafan a li hepsan û rewşa girtiyên nexweş. Endamên TJA’yê, Meclîsa Jinan a HDP’a Wanê û Komeleya Jinan a Starê beşdarî daxuyaniya li pêş Navenda Kar a Perîhan Aydin bûn.

Jinan pankarta li ser nivîsandî “Em li dijî tecrîdê azadiyê, li dijî mirinê jiyanê diparêzin, bijî berxwedana zindanan” hilda. Jinan dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Zext nikarin me têk bibin” gotin. Li ser navê jinan endama Meclîsa Jinan a Wanê Zekiye Kaya daxuyanî xwend û xwest girtiyên nexweş demildest werin berdan.Kaya wiha peyivî: “Em edalet, yekitî û biratiyê dixwazin. Em dixwazin edalet were Tirkiyeyê. Edalet ji bo pirgirêkên mafên mirovan hemûyan çareserî ye. Mirin û înfaz ne çareserî ne.”

Kaya got, ew naxwazin darbest ji hepsan derkevin û wiha dewam kir: “Bila girtiyên nexweş demildest bibin nexweşxaneyan û werin dermankirin. Em aştî û edaletê dixwazin.”

Dayika girtî Mert Ekîncî yê li Hepsa Ewlehiya Bilind a Wanê tê ragirtin, Şevkî Ekîncî jî bal bire ser binpêkirinên mafan ên li hepsan û got, xwarinê kêm didin girtiyan.

WAN