Girtinên ji ber govendê hatin şermezarkirin

În 2 Tebax 2024 - 01:25

Destgîrkirin û girtinên bi sedema govendgerandinê didomin. Vê carê jî li navçeya Pîranê ya Amedê leşkerên Tirk bi ser malan de girtin û 7 kes destgîrkirin. Çalakiyên şermezarkirinê jî didomin. Li Mêrsînê êrîşên li ser çand û zimanê Kurdî didomin.

Li navçeya Pîranê serê sibehê leşkerên Tirk avêtin ser gelek malan. Bi hinceta ku li ber stranên Kurdî govend gerandine herî kêm 7 kes hatin destgîrkirin û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.

Hefteyên dawî bi dehan kes ji ber ku stranên Kurdî gotin an jî govend gerandin hatin girtin. Her wiha hişyariyên bi Kurdî yên trafîkê yên li ser rê jî ji aliyê dewleta Tirk ve hatin jêbirin.

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê li dijî êrîşên li ser ziman û çanda Kurdî li Parka Zarokên Azad a Akdenîzê daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberên bajêr û navçeya Mêrsînê, Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên sivîl ên bajêr û gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn.

Sûcên nirxên çandî ye

Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Mêrsînê Gazî Încî li Mêrsînê 10 ciwanên li ber stranên Kurdî govend gerandin hatibûn destgîrkirin û girtin bi bîr xist û got: "Piştî vê bûyerê, bi hinceta ku di nava hefteyekê de yên li ber stranên Kurdî govend qerandine; li Sêrtê 2 jê zarok 4 jin hatin girtin û 2 jin jî cezayê hefsa malê dane wan. Li Agiriyê 6 kes hatin destgîrkirin, li Colemêrgê ji ber di dawetekê de stranên Kurdî hatin gotin, xwediyê dawetê, mêvanên dawetê û muzîkjenên dawetê hatin destgîrkirin. Ev destgîrkirin û girtin êrîşa li dijî azadiya ramanê, destwerdana jiyana taybet û sûcê nirxên çandî ye.”

Êrîşên sîstematîk didomin

Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrsînê Reşat Aşan jî diyar kir ku bi êrîşan re ziman û çanda Kurdî kirine hedef. Aşan anî ziman ku rejîma qesrê li 'Kurdên maqûl' digere û wiha axivî: "Dema ku em dibêjin Kurd û Kurdistan rastiya vî welatî ne, ew dibêjin 'Kurd wê bibin Kurdên ez dixwazim'. Ev çend roj in êrîşên sîstematîk berdewam dikin. Em Kurd in, zimanê me Kurdî ye, welatê me Kurdistan e, wê her kes vê rastiyê qebûl bike."

MA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.