Girtina rêyan zehmetiyan girantir dike
Çarşem 12 Mijdar 2025 - 03:20

Ji zêdetirî mehekê ve hikumeta veguhêz a Sûriyeyê rêyên ber bi Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve, weke rêyên Heleb-Dêr Hafir û Selemiyê-Tebqayê, girtine. Bi wê re tevgera bazirganiyê asteng bûye û felce kiriye. Kamyon neçar dibin ku rêyên qaçaxçîtiyê yên dirêj û xeternak bi rûbera nêzî 600 kîlomteyan li şûna 180 kîlometreyan bi kar bînin û ev jî lêçûna zêde dike û barê welatiyan jî girantir dike. Yek ji bazirganên zirar ji ber girtina rêyan dîtiye Mihemed Heyder e û got:"Herêmên me di bingeh de di warên bazirganî û aborî de lawaz in, bo nimûne Tebqa herêmeke çandinî û tûrîzmî ye ne pîşesazî ye. Girtina rê û deriyan xeniqandina şêniyên li van herêman e. Nirxên kel û pelan jî, ji ber lêçûna veguhastina wan, zêde bûye. Em kel û pelan di rêyên nerewa û yên zehmet re tînin, ev jî lêçûnê zêde dike. Em zarokên vî welatî ne, ev rastiyek e ku nîqaş li ser nayên kirin. Em daxwaza lihevhatinê û vekirina rêyan dikin. Ji ber girtina rêyan zikreşiyê di nava Sûriyeyiyan de diçîne. Em bira ne, tu ferq di navbera pêkhate û taîfeyên me de nîn in." Bazirgan Munîr El Ciwêm ji sûka sergirtî ya bajarê Tebqayê got ew kel û pelên xwe ji Heleb û Şamê tînin, lê ji ber girtina rêyan lêçûna anîna kelûpelan zêde bûye, vê jî bandoreke nerênî li welatiyan kiriye. El Ciwêm da zanîn ku ji ber vê rewşê firotina kelûpelan li cem piranî bazirganî û dikanan sekiniye. Ji ber ku şênî berê xwe dide kirîna tiştên pêwîst weke sebze û xurdemeniyê û tiştên ji wê zêdetir nakire. Der barê anîna kel û pelan de El Ciwêm destnîşan kir ku kel û pelên ji hundirê Sûriyeyê tên rêya dirêj qut dikin; ji Helebê dest pê dike, diçe Hemayê, Selemiye û Tedmurê piştre derbasî Dêrazorê dibe, da ku bigihîne deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ango piştî qutkirina rûbera nêzî 600 kîlometreyan ku di bingeh de 180 kîlometre derbas nedikir, kel û pel derbasî herêmê dibin û got:’’Berê hefteyê carekê diçûna bajarê Helebê ku kel û pelan peyda bikim. Kirêya veguhastinê 50 hezar lîreya Sûriyeyê derbas nedikir, lê îro li gel bendewariyê û derbasbûna di rêyên qaçaxî û xeternak re digihîne 150 hezar lîreyên Sûriyeyê. Ji zêdetirî mehekê ve ji ber van zehmetiyan neçûme Helebê. Karesata mezin a ji ber girtina rêyan bi serê nexweşxan de hat, bi taybet nexweşên penceşêrê û nexweşiyên giran. Li kêlek wê jî bandor li xwendekarên zanîngehan û rêwiyên jî bûn." Di dawiya axaftinên xwe de Heder û El Ciwêm daxwaza vekirina rêyan li pêş şênî, nexweş û bazirganan kir û got berjewendiyên mirovî û jiyanî di ser berjenediyên siyasî re bigirin.
ANHA/TEBQA















