• Greva birçîbûnê ya aktivîst û rojnamevanên Behdînanê bi biryardarî dewam dike.

Greva birçîbûnê ya aktivîst û rojnamevanên Behdînanê bi biryardarî dewam dike. Ev 24 roj in ku greva birçîbûnê dewam dike, lê hikûmeta Hewlêrê bêdeng e.

Ji 6’ê Îlonê ve çar çalakvanên Behdînanê yên girtî, Mesûd Elî Hacî, Bendewar Eyûb Reşîd, Karker Ebas Elî û Şêrwan Teha Emîn dest bi çalakiya rojiya mirinê kirine. Çalakiya wan ket roja 24’an.

Piştî wan jî bi giştî 82 rojnamevan û çalakvanên Behdînanê li dijî bipaşxistina dadgehkirinê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Birayê Rojnamevan Umêd Beroşkî, Mahir Beroşkî têkildarî rewşa girtiyan gotibû, wî roja 16’ê Îlonê bi rêya telefonê li gel Umêd Beroşkî çend deqeyan axiviye.

Mahir da zanîn Umêd ji wî re gotiye, asayîşa PDK’ê daxwaz ji wan kiriye ku ew dawiyê li greva birçîbûnê bînin, lê wan ji asayîşê re gotiye heta ku ew neyên azadkirin, ew ê dest ji çalakiya xwe bernedin.

Ev zêdetirî salekê ye ku qederê 100 rojnamevan û çalakvanên herêma Behdînanê hatine "demkî" hatine girtin. Li hinekan ji wan hikum hat birrîn, hinek dosyayên wan li dadgehê ne, bi encam nebûne. Hinek jî li benda dadgehkirinê ne. Girtî ne tên dadgehkirin ne jî tên berdan. 

HEWLÊR