Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê îsal cara yekê `Hefteya Wêjeyî` ragihand û gelek semîner, panel, pêşkêşiyên helbest û çîrokan li dar xistin. Gelek nivîskar, rewşenbîr, helbestvan, wêjevanên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li rêzeçalakiyên hefteyê bûn.
Endamê Dîwana Wêjeyê diyar kir ku armanca lidarxistina Hefteya Wêjeyî nirxandina rewşa heyî ya wêjeyê ye. Beşdaran jî da xuyakirin asta tevlîbûnê baş bû û got, “Di hefteyê de girîngiya wêjeyê berbiçav dibe.” Di Hefteya Wêjeyî de ‘wêjeya şoreşê’, ‘jin û wêje’ û ‘rexne û rola wê di bipêşketina wêjeyê de’ tên şirovekirin.
Endamên Dîwana Wêjeyê û wêjevan û helbestvanên Kurd û Ereb têkildarî Hefteya Wêjeyî nirxandin kirin. Endamê Dîwana Wêjeyê Minhel Xelef got: “Nirxandina me jî bi vî awayî ye; gelo wêje karîbû bibe vedeng û rengvedana şoreşê, êş û azaran di hundirê xwe de bihewîne, bibe zimanê derbirînê yê şoreşê?”
Minhel Xelef da xuyakirin ku wan xwestiye di vê hefteyê de wêjevanan bînin cem hev. Minhel wiha axivî: “Şoreşa Rojava bi navê şoreşa jinan tê naskirin. Jinan li her derê cihê xwe girt. Me xwest em cihê jinan di wêjeyê de jî binirxînin.”
‘Şoreş bandorê li wêjeyê dike’
Helbestvanê Ciwanê Ebdal jî got, gelek nivîskar û rewşenbîr tev li çalakiyên hefteyê bûn. Ew dibêje, şoreşê “Guhertinek bi wêjeyê re çêkir; naverok, mebest, kul û derd derxistin. Çimkî şoreş bandorê li wêjeyê dike.”
Wêjevana Kurd Lema Elî jî got, bi rêya Hefteya Wêjeyê girîngiya wêjeyê li Rojavayê Kurdistanê berbiçav dibe: “Bipêşketina wêjeyê li Rojavayê Kurdistanê pêwîstiyek e. Di van salên şoreşê de mîna em di pêşbirkekê de bin, dixwazin di demeke kurt de xwe bigihînin asta wêjeyî ya cîhanê.”
Helbestvanê Ereb ku ji Reqayê beşdarî çalakiyan bûye, Reed El-Fadil jî da zanîn ku di hefteyê de kombûna rewşenbîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê girîng e da ku nîqaşan derbarê rewşa wêjeyê de bikin û got, “Ev dê rola rewşenbîran çalaktir bike û asta wan bi pêş bixe.”
Reed El-Fadil got, hefteyek tenê têrê nake, divê li kêleka wê komcivîn û panel dewam bikin û wiha peyivî: “Bi taybetî ji bo komcivînên li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dê bi van çalakiyan gavên baş bên avêtin.”
ANHA/QAMIŞLO