Girên dîrokî bi dozerê xira kirin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 28 Çile 2021 - 00:53

Li Serêkaniyê dewleta Tirk a dagirker girikên li nav erdên çandiniyê yên di bin berpirsiyariya qada TÎGEM’ê de tine kirin. Bermahiyên dîrokî yên ji girikan derxistine jî danîne meydana şantiyê. 

Midûriyeta Giştî ya Xebatxaneya Çandiniyê (TÎGEM) ya ku girêdayî Wezareta Çandinî û Daristanê ya dewleta Tirk a dagirker, girikên di navbera sînorên navçeya Serêkaniyê ya Rihayê û navçeyên Qoser û Dêrikê yên Mêrdînê de tine kirin. Ev girik di dema xebatên ji bo erdan de hatine tinekirin. Hejmara van girikan gelek e. TÎGEM’ê ev girik bi kepçeyan rast kirin. Wê diviya haya Miduriyeta Parastina Çandê û Muzeya Rihayê bi vê bixista. Lê wan ev bermayî nedan midûriyetê. Welatiyan dîmenên van bermayiyan girtin. Di dîmenan de xuya dike ka TÎGEM´ê çawa zirar li van berheman kiriye.   
 
Xelk ne razî ye

Di dîmenan de xuya dibe li devera TÎGEM’ê xira kirî de ji wan girikan tenê bîr mane û ev bîr jî bi lastîkên maşîneyan û xweliyê tije bûne. Di dîmenekî li devera şantiyeya TÎGEM’ê de jî bermayiyên dîrokî yên ji wan girikan mane, xuya dikin. Kevirên aş, mal û qonaxan tên dîtin û her wiha li ser van keviran sembola xaçê jî heye. Her wiha di dîmenan de tê dîtin ku berê li ser van bermayiyan agir jî hatiye pêxistin. 

Welatiyên dîmen girtin, ji xemsariya rayedaran aciz in. Li devera ku her sê navçe -Serêkaniyê, Qoser û Dêrik- digihin hev, yek girê tenê yê dîrokî jî nehatiye hiştin. Sazî û rayedarên dewleta Tirk a dagirker ên ku qaşo diviyabû van deveran biparêzin jî bêdeng in.

MA/RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.