Girê Hekarî ji 7’e din re jî bû gor
Pêncşem 8 Îlon 2022 - 21:33
- HPG’ê diyar kir ku gerîlayan li Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî, 5 çalakî kirine û di van çalakiyan de 7 dagirker hatine kuştin û çeperek jî hatiye îmhakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku gerîlayan li Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî, 5 çalakî kirine û di van çalakiyan de 7 dagirker hatine kuştin û çeperek jî hatiye îmhakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Di 5 çalakiyên hêzên me de 7 dagirker hatine cezakirin û çeperek hate îmhakirin. Artêşa Tirk a dagirker 4 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî, 24 caran bi helîkopterên êrişê, 4 caran bi balefirên şer û bi dehan caran jî bi obusan Qadên Berxwedanê bombe kirine.”
HPG´ê kite bi kite wiha behsa çalakiyên gerîla kir:
Li Metînayê
Di 2’ê Îlonê de saet di 15.00’an de tîmên me yên bi tevger li Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê bi çekên giran derb li dagirkeran dan.
Di 6’ê Îlonê de saet di 18.10’an de tîmên me yên bi tevger li Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî li hemberî dagirkeran çalakiyek kir. Bi çekên ferdî û bi sekvaniyê li derb komek dagirker hate xistin. Di vê çalakiyê de 5 dagirker hatin cezakirin.
Di 7’ê de Îlonê saet 15.00’an çeperên dagirkeran ên li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hedef hatin girtin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate rûxandin.
Di 7’ê Îlonê de saet 16:25’an tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê xist.
Roja 7’ê Îlonê saet di navbera 17:30-18:00’an de hêzên me li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ku xwestin bikevin tevgerê dan û derb li wan xistin.
BEHDÎNAN