Girê Amediyê dibe gora wan

Yekşem 17 Tîrmeh 2022 - 21:33

  • Di çalakiyên gerîlayên azadiya Kurdistanê yên nû de 25 dagirkerên din hatin kuştin. Gerîlayan li Girê Amediyê 22 dagirker bi çalakiyên cihê kuştin.

Di çalakiyên gerîla de 25 leşkerên Tirk ên dagirker bi taktîkên sabotaj, xweberdana nav dijmin, sekvanî û derblêdanê hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn. Derb li kepçeyekê jî hat xistin. HPG´ê pêr jî dabû zanîn ku gerîlayan 3 dagirker kuştine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Di encama çalakiyên bi taktîkên sabotaj, xweberdana nav dijmin, sekvanî û derblêdanê de; 25 dagirker hatin cezakirin, 5 dagirker birîndar bûn û derb li kepçeyekê jî hat xistin. Artêşa Tirk a faşîst a sûcê şer dike, 13 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan, 8 caran bi balafirên şer û 19 caran jî bi helîkopterên êrişê qadên Berxwedanê bombebaran kir.”

HPG´ê kite bi kite wiha agahî li ser çalakiyên gerîlayan dan:

Li Zê (Zapê)

16’ê Tîrmehê saet 08:30’an, dagirkeran xwest bi tank, kepçe û wesayîtên zirxî ber bi çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara ve bi pêş ve biçin, hêzên me bi çekên ferdî 2 dagirker ceza kirin.

17’ê Tîrmehê saet 07:00’an de dagirkeran xwest ber bi çeperên şer ên Şehîd Ûmît ve bi pêş ve biçin, hêzên me bi sabotajê li wan xist.

Li Xakurkê

Di 14’ê Tîrmehê de hêzîn me bi sabotajê li dagirkerên li Girê Şehîd Kamuran a herêma Şekîf xist. Li vir dagirkerek hat cezakirin û 3 jî birîndar bûn.

Li Avaşînê

16’ê Tîrmehê saet 13:50’î de li Qada Berxwedanê ya Werxelê bi sabotajê li kepçeyeke dagirkeran hate xistin û derb li kepçeyê hat xistin.

Li Metînayê

Di 15 û 16’ê Tîrmehê de dagirkeran xwest ber bi çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ve bi pêş ve biçin, bi sabotajê 5 caran derb li wan hat xistin. Di van çalakiyan de herî kêm 7 dagirker hatin cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûn.

Di 15’ê Tîrmehê de dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi sekvaniyê 6 dagirker ceza kirin.

Di 16’ê Tîrmehê saet 08:05’an de dagirkeran xwest çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi teqemeniyan bombebaran bikin. Hêzên me derb li wan dan. Di encamê de teqemeniyên ku dagirkeran anîbûn bi wan de teqiyan û 3 dagirker hatin cezakirin.

17’ê Tîrmehê saet 02:30’an, hêzên me xwe ji du aliyan ve berdan nav dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê. Di encama çalakiya bi çekên ferdî û bombeyên destan de 6 dagirker hatin cezakirin. Piştî çalakiyê dagirkeran bi helîkopteran kuştiyên xwe ji herêmê rakirin.

Timî çekên kîmyewî bi kar tîne

HPG´ê pêr jî da zanîn ku di çalakiyên gerîlayan de 3 dagirker hatine cezakirin û artêşa Tirk a dagirker “7 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan, 6 caran bi balefirên şer û 8 caran jî bi helîkopterên êrişê û bi dehan caran bi obus, çekên giran û tankan Qadên Berxwedanê bomberdûman kirine.”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.