Giraniya gotinê

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 10 Tebax 2022 - 22:00

  • Belê, mîna warên jiyanê yên din hemûyan, di warê gotinê de jî meriv ti cara xwe kêm nahesibînin. Çi kesên hewasdarê xwediyarî û navdariyê dibin, çi kesên alîgirê xewletî û xalîtiyê dibin, her meriv dixwaze lê bê guhdarkirin. Tenê rêbazên wan ji hevdu cuda ne. 

CENGIZ ÇÎÇEK

Bêguman, her meriv dixwaze, heta tenê bi xwestinê jî namîne, hewl dide ku di nav civakê de giraniyeke gotina wî hebe. Ev daxwaz û hewldana ku ji wê avzê dibe, ji bo herkesî bi heman awayî rû nede jî hebûna wê ji bo herkesî rastiyeke eseh e. Lewra meriv nîne ku di dem û serdemeke emrê xwe de vê daxwazê kêm yan jî zêde riya xwe li mala dilê wî nexistibe û ew li pey xwe nebiribe.

Ev rastiyeke din e. Dibêjin, dinya çavdayîn e. Gelek caran ji bo ku meriv tiştekî bixwazin yan jî bikin, pêwîstiya wan bi sedemên girîng û hincetên qanîbar nîne, tenê çavdayîn têra wan dike ku bi azwerî û pêdegirî bidin pey pêkanîna hin karan. Belê rast e. Herkes di her karê xwe de wisa nake. Hin kes ji ber hin sedeman hin tiştan dixwazin yan jî dikin, lê hin kes jî hene, bêyî ku lêbifikirin tişta ku dixwazin yan jî karê ku dikin bi kêrî wan tê yan nayê, yan jî pêwîstiya wan pê heye yan na, hin tiştan dixwazin û hin karan dikin. Ya ku wê yekê bi wan dide kirin ji çavdayînê pêştir tiştek nîne.

Daxwaz esasê hebûna merivan e. Ji bûyîn û heya mirina merivan, gelek hest, helwêst û heta xisletên merivan tên guherandin. Lê ajoya daxwazê her mîna xwe dimîne. Merivek di tevahiya dirêjahiya emrê xwe de her tim hin tiştan dixwaze. Dawî û sînorekî vê ajoyê tine ye. Çiqas tiştên merivan ên ji wan zêde hebin jî ew dîsa hin tiştan dixwazin. Ti kes xwe ji ya bûyî, heyî heta ya nebûyî û tineyî bêpar nahêle. Ji wan we ye, heke ji mû heya misqalê ji tiştekî bêpar bimînin, ew ê ji aliyê mirovatiyê ve ji yên mayî kêmtir bin. Li vir çibûn û çawaniya tişta ku meriv ji bo xwe mîna armancekê diyar dikin û dikevin nava hewldana bidestxistina wê, ne giring e. Ya giring, ew daxwaz bi xwe ye. Piştî ku ew tişt bidest xistin hûn ji wan kesan bipirsin û bibêjin, “Ji kerema xwe, hûn dikarin ji me re bibêjin, ka navê wê tişta ku we bi azweriyeke xurt û pêdegiriyeke jêveneger dabû ser riya wê û bi hezar zor û zehmetî ew ew bi dest xist, çi bû gelo?” Ez dibêjim wê nikaribin bersivekê bidin we. Lewra, ew tişt ji bo wan êdî ne ti tişt e! Tişta ku ji bo me ne ti tişt be, jixwe ne hêja ye ku em navê wê di hişê xwe de bigirin. Ew tişt yan jî hebûn her çi be, bi destxistina xwe re ne tenê nirx û maneya xwe, her wiha hebûna xwe jî winda dike û dibe tinebûneke mîna tinebûnên din.

Belê, mîna warên jiyanê yên din hemûyan, di warê gotinê de jî meriv ti cara xwe kêm nahesibînin. Çi kesên hewasdarê xwediyarî û navdariyê dibin, çi kesên alîgirê xewletî û xalîtiyê dibin, her meriv dixwaze lê bê guhdarkirin. Tenê rêbazên wan ji hevdu cuda ne. Ji bo ku bigihîjin armanca xwe kesên hewasdarê xwediyarî û navdariyê zorê didin ziman û bênavber xeber didin û yên alîgirê xewletî û xalîtiyê jî bêdengiya xwe ji xwe re dikin palpişt.

Aliyê bi deng yan jî aliyê bêdengiyê?
Çawa ku deng-gotin bi hebûna xwe bandorekê li derûdora xwe dike, her wisa jî bêdengî bi nediyarî û nepeniya xwe meraqa meriva zîl dike û bi vê rê bandorê li derûdora xwe dike. Ji ber vê ye ku gotinên çiqasî dubare û dirêj dikin bila bikin, guhekî me her tim li ser pirbêjan e û em dibêjin, ka gelo çi dibêjin û guhekî me jî her tim li ser bêdengan e û em meraq dikin, dema xeber bidin ka gelo wê çi bibêjin. Ne tenê em, merivê herî pirrbêj û yê herî bêdeng jî di nav de her meriv guh dide deng û bêdengiya li derûdora xwe û di bin tesîra wan de dimîne. Ango ti kes ji vê yekê azad nîne. Her meriv biqasî ku bandorê dike, ewqasî bandor jî lê dibe û ev yek ji bo me hemûyan deriyê dudiliyekê vedike. Ji ber vê dudiliyê ye ku em bi ti awayî biryar nadin ka em ê xwe bi bendê kîjan aliyî bigirin. Aliyê bidengiyê yan jî aliyê bêdengiyê?

Gotinê erzan û bê mane dikin

Mîna her merivê mayî yê ku van herdu rêbazên navbirî di asta herî jor de bi kar tînin jî nizanin ji deng û bêdengiyê kîjan çêtir e ji ya din. Dibe ku hûn bibêjin, wexta ku nizanin kîjan rêbaz çêtir e ji ya din, çima her yek ji wan ewçend ji rêbaza xwe piştrast dixuye û bi ti awayî ji ya xwe nayê xwarê? Li gorî min her du alî ji ber ku bi rêbazeke din nizanin yan jî rêbazeke din ji wan nayê, bi awayekî banekî wan rêbazan bi kar tînin.

(Gava tiştek ji bo we bû banekî, hûn nema dikarin dev jê berdin. Hûn dev jê berdin jî ew dev ji we bernade) Jixwe merivê serdema me di vî warî de riyeke guncawtir bizanibûna heke, wê gotin ewçend erzan û bê mane nekirina.

Belê her du alî jî ziyanê didin gotinê. Aliyek bi kirina xwe û aliyek bi nekirina xwe. Aliyê pirrpêj, ji ber ku gotinê zêde zêde bi kar tîne wê erzan dike. Aliyê din jî ji ber ku dema pêwîstî pê çêdibe serî li gotinê nade, ango dema ciyê gotinê tê wê nabêje, gotinê bê mane dike. Ma nexwe, gotin di ciyê xwe de nehatibe bilêvkirin wê çawa bigihîje maneya xwe?

Xwezî yên zana bigotana û yên nezan guhdarî bikirina

Heke nebe çorsî, em ê bibêjin, pirrbêjiya aliyê yekem bi giranî ji gevezetiya wan û bêdengiya aliyê duyem jî, dîsa bi giranî ji lawaziya wan tê. Ango ne ku yên pirrbêj zêde û yên bêdeng jî kêm dizanin. Loma ew xeber didin û yên din jî guhdarî dikin. Na, tiştekî wisa nîne. Xwezil wisa bûya; yên zana bigotina û yên nezan jî guhdarî bikirina. Ma îca, ji vê yekê asayîtir çi heye? Lê, mixabin em di nava jiyanê de gelek caran dibin şahid, nezanî bi gotinê serweriya zanebûnê dike. Nizanim, belkî jî ew kes ji ber ku nezan in, hewl didin ku bi gotinê vê kêmaniya xwe temam bikin. Loma wisa bênavber xeber didin.

Dibe ku sedema pirrbêjiya wan tenê ev be, lê ew ê wê yekê ti carî qebûl nekin. Lewra, civak bi gotineke din “em” bi sekna xwe piştgiriya wan dike/dikin. Ji berê ve û di paşerojê de ji me re wisa hatiye gotin û em wisa hîn bûne; li gorî me di her gotinê de ferasetek heye û divê meriv li her gotinê guhdarî bike. Li aliyê din dîsa li gorî me di her bêdengiyê de kerametek heye û divê meriv kesên bêdeng bi baldarî bişopîne. Kesên ku bêdengiyê ji bo xwe mîna rêbazekê hildibijêrin jî ji vê nêzîkatiya me hêzê digirin û wê rewşa xwe didomînin.

Bi saya me, herdu alî jî ji lawaziyên xwe (aliyê pirrpêj ji bo nezaniya xwe veşêre zorê dide gotinê û aliyê bêdeng jî ji bo ku nezaniya wî eşkere nebe, xeber nade) hêzekê dertînin û bi wê hêzê bandorê li me dikin.

Belê, civak tiştekî wisa ye; hêzê dide kesan û piştre jî di bin bandora wê hêzê de dimîne. Heta ew hêz ziyanê lê dike.

Guhdarî dikin fêhm nakin!

Heke civakê bizanibûya ku bi vê nêzîkatiya xwe rê li ber hin encaman vedike ku ji bo wê her yek ji ya din xetertir e, wê ev yek nekirina. Ma wê çawa bikira heke bizanibûya ku hebûna wan herdu rêbazan nahêle ew bi xwe li riyeke sêyem a karîgertir bifikire û gotina xwe bi xwe û hîn xurttir bibêje. Ma wê çawa bikira, heke bizanibûya, ne yên bêdeng ji bo wan difikirin û ne jî yên pirrbêj wan gotinan ji bo wê dibêjin. Ma wê çawa bikira heke bizanibûya bi vê rêyê nanê xwe dixe hebana hin kesan û bi awayekî birçî dide pey wan. Ma wê çawa bikira heke bizanibûya libo libo her kesê wê (civakê) pêk tîne, ji ber ku di navbera wan her du rêbazan de dimîne ciyê bêdengî û xeberdanê tevlîhev dike, ji ber vê ciyê ku divê bêdeng bimîne xeber dide û ciyê ku divê xeber bide bêdeng dimîne û bi wî awayî rê li ber tevlîheviyekê vedike, ji ber vê tevlîheviyê ye ku meriv li hev du guhdarî bikin jî êdî ji hev du fêhm nakin. Û li ciyekî ku meriv ji hev du fêhm nekin, ma ti mane ji gotinê re dimîne gelo?

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.