- Artêşa Tirk bi piştgiriya çekdarên PDKʼê 30 kîlometro ketiye nava Başûrê Kurdistanê û nexasim giraniya xwe daye ser herêma Bradostê. Dixwazin herêmê vala bikin û xelkê li ber gerîla rakin.
Bi piştgiriya desthilata Herêma Kurdistanê û ji ber bêdengiya Hikûmeta Iraqê, dewleta Tirk zêdetirî 30 kîlometroyan ketiye nava xaka Başûrê Kurdistanê û dagir kiriye. Li dijî vê dagirkeriyê xelkê herêma Bradostê nerazî ye, lê tenê gerîlayên PKK’ê şer dikin û rojane derbên giran li artêşa Tirk dixin. Ji herêma Heftanîn a ser bi navçeya Zaxo bigre ta digihe herêma Biradost a ser bi parêzgeha Hewlêrê artêşa Tirk li cihên ku dagirkiriye dest bi çêkirina baregehên leşkerî kiriye. Her wiha 24 saetan balefirên keşfê li ser wan deveran digerin û çavdêriya herêmê dikin. Bi alîkariya PDKʼê bi xelkê herêmê re jî civînan dikin û hewl didin wan li ber gerîlayan rakin.
Li Bradostê 34 baregeh
Li gorî wêneyên ku ji devera Biradostê taybet bi dest Ajansa Rojnews’ê ketine, cihên 34 baregehên artêşa Tirk ku li herêma Biradostê avakirine eşkere dike ka çiqas metirsiyeke mezin li ser jiyana welatiyên li deverê çêkirine.
Li gorî zanyariyên ji herêmê bi dest ketine, artêşa Tirk a dagirker li ser lûtkeya çiyayên bilind ên Biradostê baregehên leşkerî ava kiriye. Li 34 cihên din ên stratejîk yên wek; Lolan, Lêlkan, Gurbetreş, Çiyayê Şekîf, Mêrgereş, Şêx Zade, Xakurk û Gerwî Singan jî baregehên leşkerî ava kiriye.
Li gor heman zanyariyan, runiştvanên hinek gundên Biradostê ji ber tirsa artêşa Tirk gundên xwe berdane. Rojane jî dever ji aliyê balefir û topên artêşa Tirk ve tê bombekirin û ziyanek mezin digihîje rez, bax û malên welatiyan.
Hewara xwe gihand PDKʼê
Artêşa Tirk tevî nuqte, esker û cebilxaneya xwe, ji tirsa derbên gerîla nikare hêzên xwe di erdê re veguhêze. Artêşa Tirk bi helîkopteran leşkerên xwe yên li baregehan diguhere. Ji ber êrişên bi bandor ên gerîla, artêşa Tirk neçar maye hewara xwe gihandiye hêzên ser bi PDK’ê. Bi vê armancê jî PDK’ê hêza xwe li herêma Biradostê zêdetir kiriye, li ser cihên gerîla zanyariyên îstixbaratî bi artêşa Tirk re parve dike. Tê payîn bi ketina demsala Zivistanê re jî çalakiyên gerîla yên li dijî artêşa Tirk zêdetir bibin.
ROJNEWS/SILÊMANÎ